Îran kezeba Rojhilatê Kurdistanê dişewitîne
Îran kezeba Rojhilatê Kurdistanê dişewitîne
Îran kezeba Rojhilatê Kurdistanê dişewitîne
Daristanên Rojhilatê Kurdistanê dişewitin, saziyên dewletê yên pêwendîdar jî lê temaşe dikin. Agirê duh bi daristanên çiyayên Pîrbabê ketiye, her diçe li qadeke berfireh belav dibe.
Komara Îslamî ya Îranê di agir berdana daristanên Rojhilatê Kurdistanê de îsrar dike û roj bi roj daristan, zozan û çêrîngehên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyên pasdar û kesên kirê girtî ve tên şewitandin. Vê carê jî agirek mezin bi çiyayên Pîrbab yên ku girêdayî bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê ket û heya niha jî agir nehatiye vemirandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ji duh bi şev heya niha agirekî mezin bi çiyayên Pîrbab yên bajarê Serdeşt ketiye, her ku diçe berfirehtir dibe û gurtir dibe. Heya niha zirarek mezin bi daristanên herêmê ketine.
Saziyên dewletê yên Îranê jî ji bo vemirandina agir ti hewldaneke wan nîne û ji nedîtîve tên.
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka demsala havînê heya niha daristan û jîngehên piraniya navçeyên Rojhilatê Kurdistanê rastî şewatê tên û rayedarên dewleta Îslamî jî li hember vê yekê bê dengin û ti hewldanek ya wan çênebûye.