Îran: Esad ne li Tehranê ye
Îran: Esad ne li Tehranê ye
Îran: Esad ne li Tehranê ye
Îdîayên ku dibêjin Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad reviyaye Îranê, ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve hatin derewandin.
Li gorî kanala televîzyonê ya Îranê Press TV ya ku bi Îngilîzî weşanê dike, berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Îranê îdîayên; Esad reviyaye Îranê "pêkenok" bi nav kir.
Di vê navberê de lîderê olî yê Îranê Ayettûllah Elî Hamaney hişyarî da û diyar kir ku destwerdana Emerîkayê ya li Sûriyê wê ji bo herêmê bibe felaketek.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îsna Hamaney got, "Destwerdana Emerîkayê wê ji bo herêmê bibe felaket. Herêm mîna fiçiya barûdê ye. Pêşeroj ji berê ve nayê dîtin."