Intelligence Online: Enqerê tabûrek cîhadî ya ji Kurdan ava kir
Intelligence Online: Enqerê tabûrek cîhadî ya ji Kurdan ava kir
Intelligence Online: Enqerê tabûrek cîhadî ya ji Kurdan ava kir
Kovara Fransî Intelligence Online ku xebatên servîsên îstixbaratê yên cîhanê ji nêz ve dişopîne ragihand ku Enqerê, ji bo li Rojavayê Kurdistanê li dijî PYD'ê şer bike tabûreke cîhadî ya ji Kurdan ava kiriye. Li gorî Kovarê, beşek ji van ji dibistanên Fethûllah Gulen tên û her yek ji wan hezar dolarî distîne.
Kovara Intelligence Online di nivîsa xwe de got, "Ji bo li dijî yekîneyên tevgera Kurd PYD'ê yê beşek ji sînorê Tirkiye û Sûriyê kontrol dike şer bike, Enqerê teşwîk kiriye ku tabûreke cîhadî ya bi navê Ketibet el-Taliban (KaT) a temamiya wan ji Kurdan were avakirin."
Îdîaya di kovarê de cih digire wiha ye: "Şervanên vê tevgerê yên bêpere, her yek ji wan 1000 (hezar) dolarî distîne. Dûre jî ji bo li dijî PYD'ê şer bikin, dişînin nava cîhadiyên Artêşa Sûriyê ya Azad û Eniya El Nûsra yên li sînorê Tirkiye-Sûriyê. Di dawiya meha Tîrmehê de, di êrîşeke li Til Xelefê de gelek ji wan hatin kuştin."
Kovar, der barê cihê hatina endamên KaT'ê de jî vê agahiya balkêş dide: "Hin şervanên KaT'ê, endamên berê yên tevgera Kurd PKK'ê ne ku di girtîgehan de li Îslamê vegeriayne. Yên din jî ji dibistanên olî yên li Kurdistanê yên ser bi Îmam Fethûllah Gulen tê. Tevgereke din a Kurd PDKS (Partiya Demkoratîk a Kurdistanê ya Sûriyê ya bi serokatiya Abdulhakîm Başar) a nêzî lîderê Kurdên li Iraqê Mesûd Barzanî, li sînorên Tirkiye, Sûriye û Iraqê li dijî yekîneyên PYD'ê şer dikin."