Înîsiyatîfa gel a Kurdistanê: DAIŞ AKP ye, AKP DAIŞ e

Înîsiyatîfa gel a Kurdistanê: DAIŞ AKP ye, AKP DAIŞ e

Înîsiyatîfa gel a Bakurê Kurdistanê, bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir da ku tavilê her cihê lê veguherînin keleha berxwedanê, berê xwe bidin navendên  AKP-DAIŞ û di asta herî jor de li hember vê tifaqa qirêj helwest bigirin.

Înîsiyatîfa gel a Kurdistanê, têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kantona Kobanê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand, bang kir da ku gelê Bakurê Kurdistanê tavilê her cihê lê veguherînin kelehên berxwedanê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Çeteya DAIŞ bi tifaqa qirêj a bi hevkarê xwe AKP’ê re li hember gelê me ku êrîş û komkujiyan ferz dikin gihiştiye sînorê dawî. Tevayî gelê Kurdistanê û dostên wan ji heft salî heta heftê salî li hember van êrîş û komkujiyan di asta herî jor de divê li rûmeta xwe ya neteweyî xwedî derkeve li her bajêr, navçe û cihê lê dijîn êdî wext hatiye ku jiyanê li hember vê şebekeya êrîşê  bike zîndan û nîşan bide ku dema dest bidin rûmeta Kurdan wê qiyametê rakin. "

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “DAIŞ AKP ye, AKP DAIŞ e" û hat ragihandin ku li gor vê helwest nîşandan wezîfeya rûmet û welatparêziyê ye.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê destnîşan kir ku negirtina helwesta li hemberî hêzên çeteyan û hevkarê wê AKP’ê nîşan nedan ne li gorî nêzîkatiyekî mirovî û peywira welatparêziyê ye û wiha hat gotin: “Îro Kobanê ye dê sibê jî bakurê Kurdistanê be ji bo ku peywira îro ji sibê re neyê hiştin, divê bi ruhê berxwedana kurdîtiyê ji bo girêdanbûna welat û nirxê gelê kurd bêy ku bikevin nava tu îtifaqên qirêj yektiya xwe nîşan bide. Rewşa ku niha em têde jiyan dikin vê yekê zelan nîşan îme dike. Avahiyên AKP’ê bûne baregehên DAIŞ’ê, rêveberên AKP’ê di heman demê de rêveberên DAIŞ’ê ye. Li ser vî esasî divê ciwanên Kurdistanê yên berxwedêr jinên kurd ên bi rûmet û gelê meyê welatparêz tavilê her cihê kul êne bila bikin keleha berxwedanê, bila berê xwe bidin navendên AKP- DAIŞ’ê û li hemberî vê îtifaqa mezin helwesta xwe nîşan bidin. Divê herder Kobanê herder berxwedan be. Roj îro ye. Pêşerojeke birûmet û serkeftinên ku bi berxwedanê hatine bi destxistin deynê stûyê me ye ku em ji gelê re bihêlin. Divê ku tu Kurdekî webala vê deynê li ser xwe nehêle heke ku were jî watedar û bi rûmet were jiyîn. Heke hewce bike ji bo vê jiyanê em ê bi awayekî serbilind canê xwe feda bikin û çi berdêlên giran hebin jî em ê divê oxirê de bidin. Em bang dikin bila  gelê Kurdistanê û yên ku li metropolên Tirkiyeyê dijîn dakevin qadan û hemû derê veguherînin çeperên berxwedanê.”