Îngilîz û Fransî şer naxwazin
Îngilîz û Fransî şer naxwazin
Îngilîz û Fransî şer naxwazin
Li Îngilîstanê, li gorî lêpirsîneke li nava raya giştî eger were aşkerakirin ku Beşar Esad li Sûriyê li dijî gelê xwe çekên kîmyewî bikaranîne jî, piraniya beşdar li dijî destwerdanek leşkerî li Sûriyê ne.
Di lêpirsîna Sunday Telegraph de, ji bo pirsa "Divê rola Îngilîstanê di krîza Sûriyê de çi be?" ji sedî 47'ê beşdaran destwerdaneke leşkerî red dikin, lê belê dixwazin alîkariya însanî ya ji bo penaberan dewam bikin.
Ji sedî 16 yê beşdarên lêpirsînê jî tevî dijderketina destwerdana leşkerî, dixwazin alîkariya bi penaberan re neyê kirin.
Beramberî vê yekê, rêjeya kesên piştgiriyê didin destwerdana leşkerî ya Îngilîstan û DYE jî ji sedî 19 ye.
Di lêpirsînê de tê ragihandin ku ji sedî 3'ê beşdaran alîgirê biçekkirina serhildêran e û piraniya beşdar li dij in ku di çarçoveya encamên heyeta mufetîşan a NY, li Kamara Avamê dengdana duyemîn bê kirin.
Li gorî lêpirsîna li nava raya giştî ya kargeha Ifop a li Fransayê jî, rêjeya dijberên destwerdana leşkerî ya navneteweyî ji sedî 64 e. Di lêpirsînên meha Tebaxê de rêjeya dijberên destwerdanê di navbera ji sedî 41 û 49'an de bû.