ILPS'ê dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir
Lîga Têkoşînê ya Navneteweyî ya Gelan (ILPS) dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava û Sûriyeyê şermezar kir.
Lîga Têkoşînê ya Navneteweyî ya Gelan (ILPS) dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava û Sûriyeyê şermezar kir.
Lîga Têkoşînê ya Navneteweyî ya Gelan (ILPS) ku bi sedan sazî, tevger û komeleyên dijberên globalbûnê û parêzvanên mafên mirovan ên li dehan welatan endamên wê ne, bi daxuyaniyeke tund nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava da.
Ji Ofîsa Serokatiya ILPS daxuyaniyeke bi sernavê "ILPS dagirkirina Bakurê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve mehkûm dike" ya bi mora Serokê ILPS'ê Prof. Jose Marîa Sîson hat weşandin. Di daxuyaniyê de polîtîkayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Yekîtiya Ewropa yên li ser Rojhilata Navîn bi tundî hatin rexnekirin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku hewl tê dayîn dagirkirina Cerablûsê mîna 'parçeyek ji operasyonên Antî-DAIŞ'ê bê nîşandan û hat destnîşankirin, ku li gorî gelek agahî û nîşaneyan, di mijara radestkirina Cerablûsê de DAIŞ'ê û Tirkiyeyê li hev kirine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi vê yekê ve tê xwestin, Cerablûs were korîdorek ji bo şervanên biyanî yên dijberên Esad timî vekirî bê hiştin û were bikaranîn.
'LI KURDAN TÊ XISTIN, RÊ LI BER ÇETEYÊN SELEFÎ TÊ VEKIRIN'
Di daxuyaniya ILPS de hat gotin, "Tirkiye dixwaze bi carekê du tiştan bi dest bixe" û hat destnîşankirin, ku ji aliyekî ve dixwaze pêşî li hêzên Kurd bigire, li aliyê din jî bi dagirkirina herêmê re hewl dide alîkariya xwe ya ji bo komên terorîst ên weke DAIŞ û El Qaîdeyê bidomîne.
ILPS'ê da zanîn, di dema operasyona dagirkirinê ya Tirkiyeyê de gelek sivîl hatine qetilkirin, bi sedan birîndar bûne û neçar man e malên xwe biterikînin. Her wiha bal hat kişandin ser îdîayên ku dibêjin, hêzên Tirk û çeteyên El Qaîdeyê ji bo bikaranîna çeka kîmyewî li hev kirine. Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn, ku bi van êrîşên Tirkiye pêşengiyê ji wan dikin re, hilweşandin, hejmara penaberan û krîza însanî mezintir bûne.
HELWESTA YEKÎTIYA EWROPA Û DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN AMERÎKA HAT REXNEKIRIN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Yekîtiya Ewropa van êrîşên dagirkeriyê ji nedîtî ve tên û daxuyaniyên hin welatên Yekîtiya Ewropayê ku destekê didin Tirkiyeyê, hatin rexnekirin.
Di dawiya daxuyaniya ILPS de hat gotin, "ILPS destekê dide têkoşîna azadiya civakî û neteweyî ya gelê Kurd" û hat destnîşankirin, ku desteka ji bo Kurdan û rêveberiya xweser a demokratîk a gelên li Rojava, wê dewam bike. Hat gotin, ew li dijî her şêwe destwerdana îllegal a li Sûriyeyê ne û van destwerdanan mehkûm dikin.