ÎHD’ê astengiya perwerdeya bi zimanê dayikê bi dersên Kurdî şermezar kir
ÎHD’ê astengiya perwerdeya bi zimanê dayikê bi dersên Kurdî şermezar kir
ÎHD’ê astengiya perwerdeya bi zimanê dayikê bi dersên Kurdî şermezar kir
Komîsyonên Mafên Jinan û Perwerdeyê ya Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê li ber avahiya Perwerdeya Milî ya Beyoglu bi dersa Kurdî şermezar kirin. Di dersa Kurdî ya dorpêça polîsan de hat destnîşankirin ku mirov bi zimanê xwe heye.
Parêzvanên Mafên Mirovan astengiya dewletê ya li hember perwerdeya bi zimanê dayikê li ser avahiya perwerdeya Milî ya Navçeya Beyoglu bi dayina dersa zimanê Kurdî şermezar kirin. Parêzvanên mafên mirovan ên bi textê spî hatin ber avahiyê. Di çalakiya dorpêça polîsan de Serokê Şaxa Stenbolê yê ÎHD’ê Abdulbakî Boga got ku ji ber êrîşên li dijî dibistanên KUrdî wê ji niha şûn ve daxuyaniyên xwe bi zimanê Kurdî bidin. Boga got ku wê polîtikayên înkarker ên dewletê li dijî zimanê Kurdî qebûl nekin û ji bo pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bê vekirin bang li Meclîsê kir.
‘MIROVEK BI ZIMANÊ XWE HEYE’
Piştî Abdulbakî Boga li ser navê Komîsyona Perwerdeyê ya Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Aynur Guven bi zimanê Tirkî, Murvet Yilmaz jî bi zimanê Kurdî daxuyanî xwendin. Guven û Yilmaz bi bîrxistina mirovek bi zimanê xwe heye, dest bi axaftina xwe kirin û wiha gotin: “Dema ziman tine be jiyana nîne, fikir nîne. Eger hûn bixwazin azadiya mirovekî ji dest bigirin pêwîst nake hûn wî bixin girtîgehê. Dema we zimanê wî ji destê wî girt ji xwe hûn wî dikin kole.”
Guven û Yilmaz peymana mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ya 20’ê Mijdara 1989’an ya NY bibîr xistin û xwestin tevahî astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin.
Piştî daxuyaniyê di dorpêça polîsan de dersa Kurdî hat dayîn.