Zarokên Tirkiyeyê, Roja Mafê Zarokan a Cîhanê bi binpêkirinên giran ve pêşwazî dikin. Li gorî rapora ku ÎHD'ê amade kiriye bi şîdeta dewletê di 11 mehan de 3 hezar û 861 mafê binpêkirina zarokan derket holê û rasterast bi şîdeta dewletê 51 zarok û bi tevahî 617 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Li Tirkiye ya ku 6 hezar zarok girtî ne, 600 zarok bi dayikên xwe ve di girtîgehan de ne û 172 zarok jî rastî îşkenceyê hatin.
Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan rapora ku der barê zarokan de amade kirine bi munasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cihanê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê aşkera kir. Turkdogan anî ziman ku li Tirkiyeyê li hemê qadên jiyanê şîdet tê meşandin û di serî de jî binpêkirina mafê jiyanê tê.
Turkdogan bilêv kir ku Tirkiyeyê "Danezana Mafê Zarokan" a ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî qebûl kiriye û wiha berdewam kir: "Piştî vî danezanê 30 sal derbas bû NY'ê yê di 20'ê Mijdara 1989'an de Peymana Mafê Zarokan amade kir û ji bo ku welatên endam îmze bikin pêşwazî kirb Ev peyman ji aliyê 193 welat ve hate îmzekirin. Tirkiyeyê jî di 1990'an de peyman îmze kir."
Turkdogan got ku ligel ku Tirkiyeyê peyman îmze kir jî wek^idi hemû peymanên navneteweyî de tê dîtin Tirkiye vê yekê jî pêk nayne.
3 HEZAR 861 BINPÊKIRINÊN MAFÊ ZAROKAN
Li gorî rapora ku Turkdogan xwend di 1'ê Çileya 2015'an heka 20'ê Mijdara 2015'an de 3 hezar 861 binpêkirinên mafên zarokan qewimiye.
617 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di raporê de tabloya herî tirsnak jî binpêkirinên mafê jiyanê pêk tîne û di navbera dîrokên navborî de 617 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de tê gotin ku 2 zarokan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane. di cînayetên kar de 14 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de tê gotin ku di cînayetên kar de gelek zarok jiyana xwe ji dest didin lê ev derbasî qeydan nabin, zarok li malê, qada çandiniyê û qadên din de bi bin şert û mercên giran de tên xebitandin.
DEWLETÊ DI 11 MEHAN DE 51 ZAROK QETIL KIR
51 zarokan jî piştî 7'ê Hezîranê di rewşa şîdeta ku ji aliyê AKP'ê ve hate afirandin de jiyana xwe ji dest da. Li gorî raporê 105 zarokên penaber jî di riyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî raorê di 11 mehan de bi sedan zarokan qezaya trafîkê derbas kirin, xeniqîn û di qezayên hundirê dibistanan de jiyana xwe ji dest dan.
HEZAR Û 750 ZAROK BIRÎNDAR BÛN
Li gorî rapora ÎHD'ê di nava salê de hezar û 750 zarok birîndar bûn. Piraniya wan jî jehrî bûn an jî qezayên trafîkê derbas kirin. Jibilî vê di şîdeta polîsan de 74 zarok hatin birîndarkirin.
388 ZAROK HATIN BINÇAVKIRIN
Di raporê de di 11 mehan de 388 zarok hatin binçavkirin. Ji wan zarokan 69 zarok hatin girtin û ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve li Amedê 872 zarok hatin fîşkirin.
172 ZAROK RASTÎ ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XERAB HATIN
Li gorî raporê di nava salê de 172 zarok rastî îşkence û muameleya xirab hatin. 38 zarok di bin çavinde, 27 zarok li girtîgehê, 54 zarok li dibistanê, 4 zarok li yurda zarokan û 50 zarok jî di nava malbat û qadên civakî de rastî îşkence û muameleya xirab hatin.
PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ XISTIN SARINCÊ ZAROK MIRIN
Di raporê de tê gotin ku di rewşa şer de 51 zarokan jiyana xwe ji dest dan ji wan 43 zarok rasterast li qadên ku ji aliyê AKP'ê ve hatine qedexekirin jiyana xwe ji dest dan. di encama teqînan de zarokeke keç 5 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de tê gotin ku ji ber ku ambulans nehat cihê bûyerê zarokek, zarokek bi îdiya li gorî hişyariya raweste tevnegeriyaye û di encama gulebarana polîsan de jî zarokekî jiyana xwe ji dest didin.
Di raporê de tê gotin ku piştî ku di 2013'an de pêvajoya çareseriyê dest pê kir binpêkirinên mafên zarokan û mirinên zarokan kêm bûbû lê ji meha tîrmehê vir ve dîsa zêde bûne.
QEDEXEYA DERKETINA KOLANAN ZAROKAN DIKE HEDEF
Di raporê de têkîldarî qedexeyên derketina dever jî wiha tê gotin: "Li gelek navçe jî di nav de qedexeyên tên îlankirin binpêkirinên mafên zarokan zêde bûne. Li hin cihan ji ber qedexeyê aktîvîteyên zarokan sekiniye û pevçûn bondareke neyînî li ser zarokan dike."
6 HEZAR Û 132 ZAROK DI GIRTÎGEHÊ DE NE
Li gorî raporê li girtîgehên Tirkiyeyê 6 hezar û 123 zarok hene. Ji wan ji sedî 97,3 zarokên kur in ji sedî 2,7 jî zarokên keç in. Li girtîgehan 600 zarok bi dayikên xwe re dimînin.
'BILA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DESTPÊ BIKE'
Di rapora ÎHD'ê de ji bo çareseriyê ev pêşniyar tên kirin
* Ji bo zarokên ku li qadên pevçûnê jiyana xwe ji dest didin divê lêpirsînên berfireh bên kirin û berpirsyar bên darizandin.
* Pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê divê cardin bê destpêkirin û pevçûn bi dawî bibin.
* Di qada civakî de bi taybetî li saziyên dewletê, binpêkirinên mafên zarokan ên ku bi destê xebatkarên dewletê ve pêk tê li hemberî vê yekê di vê polîtîkaya necazakirinê bi dawî bibe.
* Di butçeyên giştî û rêveberiyên herêmî de beşa ku ji bo zarokan tê xerckirin divê bê diyarkirin û ji bo zarokan çavkaniyên aboriyê divê bê diyarkirin.
* Di meclîsê de divê komîsyona mafê zarokan bê avakirin û pêkanînên qanûnî yê der barê zarokan de û encamên vê ji aliyê vî komîsyonî ve bê nirxandin.
* Divê lijneyên serbixwe yê mafê zarokan bê avakirin. Divê hemû binpêkirinên mafê zarokan bên qeydkirin.
* Divê perwerdehiy seretayî bêpere û mecbûrî, bi zimanê dayikê bibe li gorî peymanên bingehîn bê meşandin.
* Divê ji bo zarokên welatiyên ku xwedî ziman, ol, çand û baweriyê cuda ne bikaribin hînî van bibin qanûn bên sererastkirin.