ÎHD dê li Sultandagiyê hûrkolînan bike

ÎHD dê li Sultandagiyê hûrkolînan bike

Heyeta ÎHD’ê têkildarî linckirina Kurdan ya li Afyonê dê sibe biçe navçeya Sultandagi ya Afyonê û hûrkolînan bike.

Li navçeya Sultandagi ya Afyonê ji ber sedema “rêdayînê” di navbera du koman de nîqaş derketibûn û di encama pevçûna bi kêrê de, xwendekarê Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê Orhan Şahîn (18) jiyana xwe ji dest dabû. Heyeta ÎHD’ê dê sibe biçe herêma lîncê û hûrkolînan bike. Di heyetê de dê Serokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Halîl Îbrahîm Vargun, Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Îsmaîl Payraz û Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Hasan Erdogan cih digirin. Piştî hûrkolîn bidawî bûn dê raporekê amade bikin.