ÎHD: Çima gule li Yilmaz Tûtak hat reşandin?

Komeleya Mafên Mirovan, sedema êrîşa çekdarî ya li hemberî Yilmaz Tûtak, ku bi hawara Selamet Yeşîlmen a hat qetilkirin ve çû û qedexeya derketina derve ji Walîtiya Mêrdînê pirsî.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Mêrdînê, der barê birîndarkirina Ylimaz Tûtak ji aliyê polîsan ve li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ti sparteyeke qanûnî ya qedexeya derketina derve nîne û ev yek binpêkirina mafên mirovan a bêdawî ye. ÎHD'ê ev pirs ji Walîtiya Mêrdînê pirsî:

"Welatiyê bi navê Yilmaz Tûtak ê dît welatiya bi navê Selamat Yeşîlmen a 44 salî hat qetilkirin, bi hawara wê ve çû. Kê Yilmaz Tûtak ji milê wî ve birîndar kiriye?

Çima gule li Yilmaz Tûtak hat reşandin?

Êrîşa çekdarî ya li hemberî Yilmaz Tûtak bi agahiya we hat kirin?

Çima hûn pêwîstiyê pê nabînin ku der barê Yilmaz Tûtak de daxuyaniyekê bidin?

Ji ber qedexeya derketina derve ya ku derveyî qanûnî, hûn li pêşberî hiqûqê berpirsyar in?

Polîtîkaya bêcezahiştinê ji bo we jî derbas dibe?

We garantiya bêberpirsyariya hiqûqî wergirtine?

Îlana qedexeya derketina derve biryara we ye, yan jî biryara odeya operasyonê ya navenda xwe li Enqereyê ye?

Girtina bajarekî ji 150 hezar mirovî li cîhana derve, wijdanê we naêşîne?

Bi vê rêbazê re hûn bawer dikin ku wê pirsgirêka Kurd çareser bibe?

Eger hûn xwedî navê 'Waliyê Gel' in, çima hûn li pêşberî raya giştî bi awayekî vekirî agahiyan nadin?

Hînê haya we jê nîne ku zîhniyeta ewlekarîparêz bi kêrî aştiyê nayê?

Hûn walî ne yan jî nûnerê feraseta ewlekarîparêz in?"