Îdîaya li Bedlîs şer
Îdîaya li Bedlîs şer
Îdîaya li Bedlîs şer
Tê îdîakirin ku li nuqteya kontrolê ya devera Aricilik a 5 kîlometreyan dûrî Bedlîsê û di derketina Tûnela Çevre Yolu ya Bedlîsê de du şer û pevçûnên cuda rû dane.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku fermandariya jendermeyan û fermandariya hêzên taybet personel û wesayîtên zirxî sewqî herêmê kirine.
Çavkaniyan diyar kirin ku dengên çekan li navenda bajêr jî hatine bihîstin û niha tevgereke zêde ya leşkerî heye. Hat ragihandin ku devera Aricilik bi wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin.
Heman çavkaniyan destnîşankirin ku ji navçeyên derdorê jî leşker sewqî herêmê hatine kirin û gelek ambulans jî hatine şandin.
Di wê navberê de, yek ji wesayîtên zirxî yên ji bo teqwiyeyê çûn herêmê qeza kir. Di qezayê de 4 polîs birîndar bûn.