Li Parîsê têkildarî înfazkirina 3 jinên siyasetmedar yên Kurd, ji du kesên hatine binçavkirin di derbarê yekê de agahiyên nû derdikevin holê. Hate îdîakirin ku, kesê hatiye binçavkirin eslê xwe ne Kurde û ne kesekî ji civaka Kurdan ya li Parîsê tê naskirine.
Piştî înfazkirinan, carekê tenê îfade hatîn girtin û piştî ku nakokî hatin tespît kirin, 17’ê Çileyê careke din her du kes vexwendin îfadeyê û hatin binçavkirin. Hate îdîakirin ku, her du kes li heman male dimînin.
Ji vana yek îro serbest hate berdan, di derbarê yên din de jî dozgeriyê bi sûcdarkirina “cînayetekî têkildarî rêxistinekî terorîstî”, “Tevlî rêxistinekî sûc ya ku di amadekariya çalakiyên terorîstî de” daxwaza girtinê kir.
Li gorî malpera ActuKurde ya bi zimanê Fransî weşanê dike, kesê binavê “O.Y” ji şêniya Sarikişla ya Sêwasê ye bes ne Kurde. Agahiyekî zelal tuneye ku çawa têkilî bi sê jinên Kurd yên 9’ê Çileyê hatine qetilkirin çêkiriye, lê belê li gorî nûçeya malpera ActuKurde, “kesê gûmanbar” di demjimêrên piştî nîvro yê roja bûyerê bi rêya jinek ji wana hatiye Navenda Enformasyona Kurdistanê.
Hate îdîakirin ku, malbata wî jî gelek nîjadpereste û hate diyarkirin ku, “gûmanbar” kesekî ji aliyê civaka Kurd ya Parîsê ve nayê naskirin, di derbarê wî de agahî komkirin jî zehmet bûye.
Di derbarê daneyên ku di encama lêpirsînê de hatine bidest xistin, heya niha daxuyaniyekî fermî nehatiye kirin. Çavkaniyên nêzî lêpirsînê di çapemeniya Fransayê de derdikevin û her wiha agahiyên ku sipartine polîsan li hev nayê.
Dozgerê Komarê yê Parîsê Françoîs Molîns aşkera kir ku, ew dê îro di demjimêr 17.00’an de li Qesra Edaletê civînek ya çapemeniyê li darbixîne. Li gorî daxuyaniya li Dozgeriyê hatiye kirin dê Midûrê Polîsan yê Navenda Edlî Chrîstîan Lothîon û Midûrê Polîsên Edlî-Midûriyeta Emniyetê Chrîstîan Flaesh tevlî civînê bibin. Hate ragihandin ku, konferans têkildarî 3 jinên siyasetmedar yên Kurd ku li Parîsê hatine qetilkirine.