Îdiaya di kuleya nobetê de ‘întîhar’

Îdiaya di kuleya nobetê de ‘întîhar’

Alî Oz yê 22 salî li navçeya Sandikli ya Afyonê leşkerî dikir, hate îdia kirin ku di dema notbetê de bi tifinga piyadê gule berdaye serê xwe û dawî li jiyana xwe aniye.

Hate îdiakirin ku, leşkerê bi navê Alî Oz kul i girtîgeha girtî ya Sandikli leşkerî dikir, duh li gorî seeta herêmî nêzî 21.00’an de di nobetê de bi tifinga piyadê xwe kuştiye.

Ekîbên tenduristiyê ku hatin cihê bûyerê, mudexeleya destpê kirin û Alî Oz bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sandikli. Oz ku bi guleya îsabetê serê wî kir bi giranî birîndar bû, piştî tedawiya wir sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonkarahîsarê kirin.  Alî Oz  ku li wir jiyana xwe ji dest da, cenazaya wî piştî kar û barên otopsiyê  dê bişînin Mereşê.