ICAD: Mujgan Ekîn li ku ye?

ICAD: Em jî xwedî heman fikaran e, ku ji 24'ê Cotmehê û vir ve dewlet hewl dide Mujgan Ekîn di binê çavan de winda bike.

ICAD da xuyakirin, ku bernamevana Ozgur Gun TV û endama Meclîsa Şaredariya Sûrê Mujgan Ekîn di 24'ê Cotmeha 2016'an de hatiye binçavkirin û ji hingî ve agahî jê nayê girtin. Di daxuyaniya ICAD'ê de hate gotin, "Di van şert û mercan de, ku mafên mirovan tên binpêkrin û ti pîvanên hiqûqê lê derbas nabin, em bi fikar in ku dewlet ji 24'ê Cotmehê û vir ve hewl dide Mujgan Ekîn di binê çavan de winda bike."

Komîteya Windayan a Navneteweyî (ICAD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, ji 24'ê Cotmeha 2016'an roja binçavkirinê û vir ve agahî ji bernamevana Ozgur Gun TV û endama Meclîsa Şaredariya Sûrê Mujgan Ekîn a 29 salî nayê girtin. Di daxuyaniya komîteyê de hateg otin, "Mujgan Ekîn di 24'ê Cotmehê de bi otobusê ji Amedê tê Enqereyê û ji bo biçe mala hevalek xwe, ewilî li metroyê piştre jî li taksiyê siwar dibe. Piştî ku ji taksiyê peya dibe, kesên ji du wesayîtan derdikevin xwe nêzî Ekîn dikin, wê li wesayîteke reş siwar dikin û digirin binê çavan."

ICAD'ê diyar kir, bav Esat Ekîn ji ber ku agahî ji keça xwe negirt, çû Enqereyê û li aqûbeta keça xwe pirsî. Komîteyê got, "Bav, ajokarê taksiyê, ku keça wî li wê taksiyê siwar bû dît û pê re axivî. Hîn bû ku taksiya keça wî lê siwar bû hatiye şopandin û dema ji taksiyê peya bû, polîsan ew binçav kirine.

Di lêkolînê de, ku li gorî agahiyên ajokarê taksiyê da, Mujgan Ekîn dema ji metroya Batikentê derket, ji aliyê du kesan ve hat şopandin, li derveyî metroyê ji aliyê çar wesayîtan ve hate şopandin û ev yek jî di dîmenên kamera yên beriya niha hatin weşandin de, tê dîtin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tevî hemû serlêdanên bav Esat Ekîn û parêzeran, tevî hebûna gotinên şahidan û dîmenên kamera, rayedarên dewletê qebûl nakin ku Mujgan Ekîn binçav kirine. Ev yek jî nîşan dide ku hewl tê dayîn Ekîn di binê çavan de bê windakirin.

Ji 15'ê Cotmehê û vir ve, li Tirkiyeyê di pêvajoya Rewşa Awarte de hemû erk ji aliyê dîktator Erdogan ve tên bikaranîn, parlament hatiye tevizandin û 12 parlamenterên HDP'yî hatine girtin. Tirkiye bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de tê birêvebirin."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girtina saziyên çapemeniyê û mûxalîf û hat ragihandin, di operasyonên qirkirina siyasî yên dijî HDP'ê de 8 hezar 432 kes hatine binçavkirin, 2.360 ji van hatine girtin.

ICAD'ê got, "Em bi fikar in ku Mujgan Ekîn di binê çavan de ji aliyê dewletê ve were windakirin" û destnîşan kir, ku windakirina di binê çavan de sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dewlet nikare bi hincetên 'dem di ser re derbas bûye' xwe ji berpirsyariya vî sûcî rizgar bike.

ICAD'ê got, "Lazim e dewleta Tirk eşkere bike bê Mujgan Ekîn li ku tê girtin û derhal Mujgan Ekîn serbest berde.