Hunko: Wê gunehê Kobanê di stûyê YE’yê de bimîne
Hunko: Wê gunehê Kobanê di stûyê YE’yê de bimîne
Hunko: Wê gunehê Kobanê di stûyê YE’yê de bimîne
Parlamenterê Elman Andrej Hunku diyar kir ku divê ji bo bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de ye demildest alîkariya mirovane bê dayîn. Hunko ku di heman demê de ku endamê AKPM’ê ye got: “Ger YE û Elmanya ji bo ku Tirkiye alîkariya xwe ya ji bo DAIŞ’ê nebire, zextê neke dê bibe hevkarê komkujiyên ku tên jiyîn. Endamê Partiya Çep ya Meclîsa Federal a Elman Andrej Hunko ji bo Kobanê ya di bin êrîşên DAIŞ’ê de ye banga lezgîn li hikûmeta Elman û Yekîtiya Ewropayê kir.
Hunko diyar kir ku divê Tirkiye piştgiriya xwe ya ji bo DAIŞ’ê demildest bide sekinandin û got: “Ger hikûmeta Elman û YE zextan li Tirkiyeyê neke wê ew jî bibe hevkarê komkujiya ku tê jiyîn, gunekê wê dê di stûyê YE de bimîne."
Hunko bi lêv kir ku divê civaka navneteweyî ji bo Kobanê alîkariya mirovahî bişîne û diyar kir Tirkiyeyê sînorên xwe ji bo terorîstên DAIŞ’ê vekiriye û lê sînor ji rêveberiya xweser a Rojava re girtiye. Hunko got ku ji ber ambargoyê alîkarî nikare ji Rojava re biçe.
Hunko di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman çeteyên li Kobanê birîndar dibin li Tirkiyeyê tên dermankirin û wiha pêde çû: “Hefteya buhrî bi pêşengiya min, heyeteke ku ji parêzer Brîtta Eder, civaknas Martîn Dolzer û endamê lijneya rêveberiya FÊK’ê Yilmaz Kaba pêk dihat çû herêmê. Dozger li Tirkiyeyê baş nehat pêşwazîkirin û ji wî re hat gotin ku ketina wî ya Tirkiyeyê qedexe ye. Ev qedexeya li ser xebatkarê min divê demildest bê rakirin."
MODELA ROJAVA DIKARE HERÊMÊ STABÎLÎZE BIKE
Piştî axaftina Hunko endamên heyetê jî çavderiyên xwe bi kurtasî anîn ziman. Parêzer Brîtta Eder diyar kir ku li gel hemû êrîşên li ser Rojava, herêma Rojava ji bo hemû herêmê bûye modela demokratîk.
Civaknas Martîn Dolzer jî got ku di rewşa ku ev model li herêmê belav bibe de dê Rojhilata Navîn stabîlîze bibe.