Hunermend ji bo Şengalê derketin pêş kamerayê
Hunermend ji bo Şengalê derketin pêş kamerayê
Hunermend ji bo Şengalê derketin pêş kamerayê
Hîndekara beşa Sînemayê ya Konservatura Bajar a Aram Tîgran ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynel Dogan ji bo Şengalê spota cemawerî amade kir û ji bo spotê hunermend derketin pêşberî kamerayê.
“Ezidî rojê sê caran berê xwe didin rojê, dua dikin.
Belkî duayên herî xweşik yên ku miorvahiyê heta niha gotiye yên wan e.
Bidehezaran Êzdî di riya koçberiyê de ne...
Dengekî bide Şengalê....
Di felsefeya Êzdiyan de dijminahî û kîn tune. Di dawiya fermanda 72’emîn de xwedayê Êzdiyên ku ronahiya dilan wenda nekiriye Azda ne xwedayekî ku pey tolhildanê ye.
Piştî komkujiyê şêxekî Êzdî wiha dibêje: Hun nekarin rojê bikujin. Hewcedariya Êzdiyan bi vê heye.
Ya ku parve dikî ya te ye, ya ku vedişêrî ne...”
Ev gotin aydê hunermendên ku ji bo gelê Êzdî yên ji ber komkujiya DAIŞ’ê reviyan wek banga hestiyê ye. Di nav de Engî Gunaydin, Bennu Yildirimlar, Meltem Cumbul, Gurgen Oz û Tulîn Ozen jî heye 35 hunermend ji bo gelê Êzdî derketin pêşberî kamery3e. kampanyayê ji bo 30 hezar Êzdiyên hatin Tirkiyeyê didome. Li ser vê hunermanda jî banga hestiyariyê kir. Di spota cemawerî ya bi dirûşmeya ‘Dengekî bide Şengalê’ hatiye avakirin de li ser têgeha ‘ya tu parve dikî ya te ye, ya ku vedişêrî ne..’
Hunermendên ku derketin pêşberî kamerayê wihane: Cengîz Bozkurt, Şebnem Sonmez, Ozgur Çevîk, Bihter Ozdemîr Dînçel, Bulent Emrah Parlak, Melîh Selçuk, Tîlbe Saran, Engîn Gunaydın, Ayça Damgaci, Şevket Çoruh, Janset Paçal, Ezel Akay, Şevval Sam, Ozcan Alper, Huseyin Karabey, Yildirim Turker, Burak Tamdogan, Devîn Ozgun Çinar, Ersîn Korkut, Hamdî Kahraman, Gîzem Soysaldi, Julîde Kural, Nazmî Kırık, Nur Surer, Şebnem Hassanîsoughî, Orhan Alkaya û Ozlem Çinar.