Li Mêrdînê operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin

Li navenda Mêrdîn û navçeyên wê di operasyona qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin.

OPERASYONA QIRKIRINA SIYASÎ

Li navenda Mêrdînê û navçeyên wê yên Artûklû, Qoser û Nisêbînê polîsan di saetên serê sibê de bi awayekî hemwext bi ser malan de girtin. Hate zanîn ku di serdegirtinên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê têkildarî parvekirinên medyaya dîjîtal dane destpêkirin de hatine kirin Aynûr Bûlût, Halîme Sumer û Prz. Medenî Ayhan û gelek kesên navên wan nehatin zanîn hatine binçavkirin.

Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.