Şandeyê li cihê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn lê şehîd bûn lêkolîn kir

Şandeya rojnamevanên Ewropayê çûn cihê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn lê hatibûn şehîdkirin û li wir lêkolîn kir. 

Şandeya ku ji rojnamevanên Ewropî pêk tê û li ser banga ROJIN (Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) û Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê hat Silêmaniyê, derbarê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de  23’yê Tebaxê li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê hatin şehîdkirin serlêdanên xwe didomîne. 
Şandeya ji rojnamevan Alîce Magar, Emma Audrey, Diler Akreyî, Hendrîn Faraj Mohamed, Jallan Zîaeî û Devrîm Alp pêk tê û îro ji cihê şehîdxistina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn dest bi serdanên xwe kirin. 
Rojnamevan dema ku ji Silêmaniyê ji bo çêkirina bernameyekê diçûn herêma Hewremanê, li ser rêya Helebceyê ya 52 kîlometre dûrî navenda Silêmaniyê bibûn hedefa êrîşa dewleta Tirk a dagirker. Wesayîta aîdî Chatr Produksiyonê ku nêzî gundê Tepe Reşê rastî êrîşê hatibû, piştî bombekirinê nêzî 200 metreyî kaş bibû û şewitîbû. 
Li cihê ku bombe lê ketî çaleke 10-15 santîmetreyê çêbibû. Şandeyê hem li cihê bûyerê hem jî li cihê ku wesayît lê sekinî lêkolîn kir. 
Rojnamevan Dilêr Soran bal kişand li ser bandorên komkujiyê û li ser navê şandeyê got, “Em ê ji bo darizandina berpirsiyarên vê komkujiyê têbikoşin.” 
Şandeyê serlêdana çayxaneya bi navê Nanêbeyanî ya li gundê Kanîmakayê kir û bi xwediyê wê re axivî ku rojnamevanan berî komkujiyê taştêya xwe li wir xwaribûn. 
Piştî vê hevdîtinê şandeyê serlêdana bîrdariya ji bo Gulistan Tara û Hêro Bahadîn a li Parka Azadî ya li Silêmaniyê hatî çêkirin kirin. 
Şandeyê çûn serlêdana Jasana ya ku li navenda Silêmaniyê bi şîara azadiya rojnamevanan hatiye avakirin, ajansa nûçeyan Sharpress û Sendîkaya Rojnamevanên Silêmaniyê kir. 
Di hevdîtinan de li ser bûyerên di dema komkujiiyê û piştî wê de qewimîn axivîn û peyamên hevgirtin û têkoşîna hevpar hatin dayîn. 
Şande dê serlêdanên xwe yên îro bi hevcivîna li gel kedkarên çapemeniya azad bi dawî bike.