HPG: Li Çelê 6 leşker hatin kuştin
HPG'ê ragihand ku 6'ê Sibatê li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama çalakiyeke gerîla de 6 leşkerên Tirk mirine.
HPG'ê ragihand ku 6'ê Sibatê li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama çalakiyeke gerîla de 6 leşkerên Tirk mirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî da:
"6'ê Sibatê saet 11:30'î hêzên me li artêşa Tirk a dagirker ku li ser girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bû xistin. Bi derbên xurt çeperek hate rûxandin û bi qasî ku hat tespîtkirin, 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir."