HPG’ê gerîla Tekîn Kato bibîranî

HPG’ê gerîla Tekîn Kato bibîranî

HPG’ê gerîlayê bi navê Mehmet Çetînkaya (Tekîn Kato) ku di kanûna 2011’an de li herêma Zagros jiyana xwe ji dest dabû bibîranî.

HPG’ê diyar kir ku Mehmet Çetîn Kaya yê bi navê kod Tekîn Kato ji Colemêrgê ye û di kanûna 2011’an de li herêm Zagros jiyana xwe ji dest daye.

HPG’ê wiha got: “Tevgera Azadiya Kurdistanê bi baweriya ku kesên azad biafirîne bedel daye û têkoşîn mezin kiriye. Ev dîroka bi heybet bi hezara şehîd li rupelên dîroka me daye nivîsin. Di sala 2011’an de bi hameleya Şerê Gel yê Şoreşger bûye destpêka hamleya gerîlyan. Di dema vê têkoşînê de di meha qanûnê de heval Tekîn Kato şehîd ket. Heval Tekîn bi fedayiyek mezin têkoşîn meşandiye. Em di şexê heval Tekîn de hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin û soza xwe ya bilindkirina têkoşîna wan dubare dikin.