HPG’ê encamên çalakiya li navenda Şengalê aşkera kir
HPG’ê encamên çalakiya li navenda Şengalê aşkera kir
HPG’ê encamên çalakiya li navenda Şengalê aşkera kir
HPG’ê encamên çalakiya li navenda Şengal a gerîlayan ji sê milan ve pêk anîn aşkera kir. Li gor vê di çalakiyê de ji dehan zêdetir çete hatine kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) der barê çalakiya 21’ê Îlonê saet 01.00’an de li navenda Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ ji sê milan ve pêk hat aşkera kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî Gazînoya Şemdîn a çete wek baregeh bikar tînin ji sê milan ve ji bo bîranîna gerîla Armanc û Ronî yên di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dan, çalakî hatiye lidarxistin û wiha hat gotin: “ Di çalakiyê de konên ewlekariyê hedef hatine girtin, gelek çete hatin kuştin. Dîsa li dijî hêzên teqwiye yên çeteyên DAIŞ çalakiyek hatiye lidarxistin. Li vir jî du wesayît hatine rûxandin. Her wiha gazînoya ku zêdeyî 50 çete têde hedef hatiye girtin, di çalakiya bi roketên B-7 de gelek çete hatine kuştin.”