HPG'ê çar gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê çar gerîlayên ku di 21'ê Îlonê de li Heftanînê ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn bi bîr anî.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, "Di 21'ê Îlonê de li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çar hevrêyên me ji ber êrîşên hewayî şehîd bûn."

Di daxuyaniyê de der barê çar gerîlayên jiyana xwe ji dest dan hate gotin:

"Nasnav: Alî Firat Gever

Nav paşnav: Firat Karasaç

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Hanim-Nûrettîn

Dem û cihê şehadetê: 21'ê Îlona 2019'an / Heftanîn

 

Nasnav: Andok Êrîş

Nav paşnav. Devran Yildiz

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Fatma-Reşat

Dem û cihê şehadetê: 21'ê Îlona 2019'an / Heftanîn

 

Nasnav: Dîcle Dilbirîn

Nav paşnav: Îlnas Nevîdî

Cihê jidayikbûnê: Ûrmiye

Dayik-Bav: Pervane-Yaver

Dem û cihê şehadetê: 21'ê Îlona 2019'an / Heftanîn

 

Nasnav: Şaho Ferzad

Nav paşnav: Seyît Mûradî

Cihê jidayikbûnê: Kirmanşah

Dayik-Bav: Safiye-Azîz

Dem û cihê şehadetê: 21'ê Îlona 2019'an / Heftanîn

Hevrêyên me Alî, Andok, Dîcle û Şaho li bajarên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn û rastiya gelê Kurd ji nêz ve nas kirin, polîtîkayên dijmin ên ji bo qirkirina Kurdan dîtin. Ji bo bersivê bidin êrîşên tinekirinê yên dewleta TC a faşîst ên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd di demên cuda de tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo azadiya gelê Kurd xwe feda kirin. Hevrêyên me Alî, Andok, Dîcle û Şaho her yek ji wan bûn parêzvanê xaka Kurdistanê û şervanên qewîn ên Rêber Apo. Di vê demê de ku em roj bi roj nêzî azadiyê dibin, li herêma Heftanînê li dijî êrîşên dagirkeriyê hevrêyên me li refên pêş tevlî berxwedanê bûn û bi moraleke mezin, coş û fedakariyê bûn nûnerên kesayetiya milîtan a fedayî. Bİ fedakariya xwe, bi girêdana xwe her wiha bi coş û moralê xwe wê timî ji bo me û têkoşîna me bibin ronahî."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên fedayî yên şehîd bûn bila serê tevahiya gelê me yê welatparêz sax be û soz didin ku heta afirandina Kurdistana azad ku xeyala hevalên me yên şehîd bûn wê têkoşîna me bidome."