Pisporê Rojhilata Navîn ê bi Tecrûbe Arnold Hottînger diyar kir ku felsefeya Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn gelekî girîng e û destnîşan kir, ku bi pêşengiya Kurdan, sînorên netewe dewletan ên li nava gelên Rojhilata Navîn hatine bicihkirin, dikarin bên rakirin.
Prof. Arnold Hottînger ê 89 salî yê Swîsreyî, pêşeroja Kurdan, rewşa Tirkiyeyê û girîngiya Ocalan ji bo gelên herêmê ji ANF'ê re nirxand.
KURD DIKARIN SÎNORÊN NETEWE DEWLETAN JI HOLÊ RAKIN
Hottînger bibîr xist, ku di herikîna dîrokê de Kurdan li herêma xwe derfet nedîtine dewleteke karibe pê xwe bi xwe bi rê ve bibin ava bikin û got, "Dibe ku ev rewş ji bo Kurdan hinekî bi avantaj be. Ji ber ku li Rojhilata navîn avakirina welatekî nû, ji avakirina welatekî hilweşiyayî hêsantir e. Di çarçoveya qewimînên îro yên li Rojhilata Navîn de mirov dikarin vê bêjin; Kurd di pêvajoya avakirina welatê xwe yan jî rakirina sînorên di navbera çar parçeyan de hatine danîn de dijîn."
KURD DIKARIN LI ROJHILATA NAVÎN PÊŞÎ LI DESTPÊKEKE VEKIN
Hottînger diyar kir ku mebesta wî ne avakirina netewe dewletekê ye anî ziman ku ew behsa rakirina sînorên navbera çar parçeyan, bêwatekirina sînorên li herêmê dike. Hottînger destnîşan kir ku ew qala guhertina nexşeya çarqozî ya li hemberî Kurdan hatiye xêzkirin, dike.
Hottînger got, "Binêrin; Fransa û Elmanya bi salan du hêzên dijminê hev bûn. Lê niha ti wateya sînoran di navbera wan de nîne. Ez qala vê rewşa li Ewropayê dikim. Kurd jî bi rakirina sînorên netewe dewletan re dikarin li Rojhilata navîn pêşî li destpêkeke nû vekin."
MODELA ROJAVA JI BO ROJHILATA NAVÎN GIRÎNG E
Li ser sîstema kantonên Rojavayê Kurdistanê Hottînger ev nirxandin kir:
"Li Sûriyeyê şerekî navxweyî heye û nizanim ev şer ê heta kengî dewam bike. Jİ ber van bûyeran, Kurdan li herêma xwe xwe bi rêxistn kirin. Li vê herêmê, sîstema bi pêşengiya Kurdan hat destnîşankirin, hemr astî zexta Tirkiyeyê, hem jî ya DAIŞ'ê tê.
Hebûna vê sîstema Kurdan, ku gelên li herêmê di nav de cih digirin û hînê di asta avakirinê de ye, bêguman ji bo Rojhilata navîn girîng e. Teoriya sîstema wê derê gelekî xurt e. Ya girîng ew e ku li gorî vê teoriyê, sîstemek bê rûniştandin. Lê belê rastiya ku îro xuya dike, wê her tim bi vî rengî be û bibe xwedî rewşeke bêhtir demokratîk, ew ne diyar e.
Ya girîng e ew ku di dema pêş de mirovên li vê derê dijîn wê di nava vê sîstemê de çiqasî xwedî mafê gotinê bin.
Di vê mijarê de em dikarin rewşa li Iraqê mînak nîşan bidin. Li Kurdistana Iraqê îro pirsgirêkên navxweyî hene. Îro li ser mayîna Barzanî weke serok yan çûyîna wî pevçûn heye."
AMERÎKÎ JI BER BERJEWENDIYÊN XWE, BERÊ XWE DIDE TIRKIYEYÊ
Ji bo pirsa "Der barê hebûna PKK'ê ku weke hêzeke mezin a nû li Rojhilata Navîn hebûna xwe diparêze, hûn çi dibêjin?" Hottînger ev bersiv da:
Tirkiye ji ber rewşa xwe ya erdnîgarî di nava NATO'yê de xwedî girîngiyeke mezin e. Lewma Amerîka û hêzên din, ji bo vê nuqteyê baş bi kar bînin, timî Tirkiye li hemberî PKK'ê tercîh dikin. Ne diyar e ku ev rewş hînê heta kengî bi vî rengî dewam bike. Gumana min ew e ku Rûsya jî ji bo zerare nede têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re, bikeve nava heman helwesta AmerÎkayê.
Tevî van hemûyan jî PKK wê weke hêzeke mezin a li Rojhilata Navîn hebûna xwe bidomîne. Eger Erdogan sîstema serokatiyê hînê ferz bike, dibe ku navbera Tirkiyeyê bi van welatan re xera bibe û ev rewş bi temamî berevajî bibe."
OCALAN Û FELSEFEYA WÎ JI BO HERÊMÊ GIRÎNG E
Hottînger bal kişand ser sekin û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di vê der barê de ev nirxandin kir:
"Ez Ocalan û felsefeya wî baş dizanim. Ocalan û felsefeya wî hem ji bo Kurdan hem jî ji bo herêmê rewşeke girîng e. Felsefeya Ocalan li Rojhilata Navîn derbasdar e. Pirsgirêk ew e, ku di demeke herêm vê rewşê dijî de, Ocalan ne azad e. Ji ber ku girtî ye, nikare zêde tevbigere.
Tirkiye, kengî cih lê teng dibe ji bo berjewendiyên xwe, bi Ocalan re pêvajoya diyalogê dide destpêkirin. Ez ne bawerim ku Tirkiye Ocalan serbest berde. Ev rewş, xuya ye rewşeke ku ji wan jî mezintir e. Lewma nikarin bikin."
ARNOLD HOTTÎNGER KÎ YE
Pisporê Rojhilata Navîn Rojnamevan-Nivîskar Prof. Dr. Arnold Hottînger ê 89 salî, beşeke mezin a jiyana xwe li Rojhilata Navîn derbas kir. Li vê herêmê hem lêkolîn kir, hem jî nûçegihaniya Rojhilata Navîn kir. Li ser Rojhilata Navîn zêdeyî 10 pirtûk nivîsand. Li rojnameya Swîsreyê ya bi navê Joûrnal 21 nivîskariyê dike.