Hilbijartiyên Komunîst ên Fransayê banga 'Stop Erdogan' kirin
Komeleya Hilbijartinên Komarparêz û Komunîst ên Fransayê bi tundî li ber girtina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli rabû û destek da banga 'Stop Erdogan'.
Komeleya Hilbijartinên Komarparêz û Komunîst ên Fransayê bi tundî li ber girtina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli rabû û destek da banga 'Stop Erdogan'.
Komeleya Hilbijartinên Komarparêz û Komunîst ên Fransayê (ANECR), ku bi hezaran endamên wê yên hilbijartiyên xwecihî û neteweyî hene, li ber girtina Kişanak û Anli rabû. Serokê Komeleyê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Champîgny-sûr-Marne Domînîqûe Adenot girtina Kişanak û Anli bi zimanekî tund şermezar kir.
Domînîqûe Adenot diyar kir, dîktatorê Tirk Tayyîp Erdogan li dijî Kurdan û demokratên li Tirkiyeyê dest bi şerekî topyekûn kiriye û anî ziman, Erdogan hewl dide kesekî li ber sûcên wî rabe, nehêle. Adenot bibîr xist, ku Erdogan bi vê armancê encamên hilbijartinê tine hesibandiye û azadî ji holê rakiriye. Adenot piştî rakirina destnedana parlameteran, girtina ji wezîfeyê ya hilbijartinên herêmî şermezar kir.
Serokê ANECR'ê Domînîqûe Adenot da xuyakirin, ku şaredar ji wezîfeyê tên girtin, li şûna wan qeyûm tên bicihkirin û got, "ANECR ji van çalakiyên dîktatorî re dibêje 'NA', ku ji aliyê rejîmeke îdîa dike hevalbendê me ye, tê kirin."
Adenot bang li Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande û Yekîtiya Ewropayê kir, ku bes bêdeng bimînin û di dawiya axaftina xwe de got, "Em bi hev re dibêjin; Stop Erdogan."