Hikûmetên Hewlêr û Bexdayê: Em li hev hatin

Hikûmetên Hewlêr û Bexdayê: Em li hev hatin

Heyetên hikûmeta Herêmê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê îro li Bexdayê hatin cem hev. Heyetan piştî civîna çapameniyê li dar xist û diyar kirin ku ew li hev hatine.

Heyatan ragihandin ku wan li ser piraniya pirsgirêkan li hev hatine û roja yekşemê wê li Hewlêrê belgeya lihevhatinê îmza bikin. Wezîrê hikûmeta Bexdayê Seidun Dilêmî li ser lihevhatinê van agahiyan da:

"Di civîna îro de em gihîştin çareseriyek hevpeş û aliyan nerîneke erênî nîşan dan. Her du alîyan li ser kêşayan ramanên xwe anî ziman û komîteya bilind wê li ser çareseriyê belgenameyekî amede bikin. Ev belge jî wê roja yekşemê wê li Hewlêrê were îmze kirin. Niha tu pirsgirêk di navbera her du aliyan de nema ye."

Ji bilî wezîrê Iraqî wezîrê pêşmergeyê yê herêma Kurdistanê Şêx Ceifer Şêx Mistefa û wezîrê navxweyî yê Kurdistanê Kerîm Şingalî jî tevlî civîna çapemeniyê bûn.