Hikûmet wê pêkanînên Rewşa Awarte qanûnî bike

AKP ku bi biryar e Rewşa Awarte heta salekê bidomîne, wê pêkanînên Rewşa Awarte bike qanûn. Erkên bi Rewşa Awarte re ji polîsan re hatine dayîn wê di nava CMK de bê bicihkirin.

Bi paketa nû ya ceza re, ku Wezareta Edaletê amade kiriye, wê pêkanînên Rewşa Awarte bibin qanûn. Wezîrê Edaletê yê Tirk Bekîr Bozdag li ser mijarê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, erka polîsan ku bi Biryarnameyên Xwedî Hukmê Qanûnî re hate zêdekirin, wê di CMK de were bicihkirin. 

ERK JI POLÎS RE TÊ DAYÎN KU BÊYÎ BIRYARA DOZGER DIKARE ÎFADEYÊ BIGIRE

Di pêkanînên heyî de, eger pêwîstî bi ji nû ve îfadegirtina bersûc were dîtin, ev yek encax ji aliyê dozger ve dikare bê kirin. Li gorî paketa ceza ya nû ya AKP'ê, ev kar jî wê ji aliyê polîsan ve bê kirin. Îtirazên li girtina di çarçoveya TMK de hatin kirin, wê êdî ne 3 rojan, di nava 15 rojan de bên nirxandin.

BI BIRYARA DOZGERIYÊ RE WÊ KARIBE DEST DEYNIN SER KOMPÛTERÊ

Li gorî qanûna heyî, bêyî biryara dadgehê, dozger nikare dest deyne ser kompûterê û daneyan. Lê belê bi vê guhertina nû re, bêyî biryara dadgeriyê, wê dozger karibin dest deyne ser kompûterê. Bi hinceta 'karê kopyakirinê dikare demeke dirêj dewam bike, yan jî ji ber zehmetiyên teknîkî' wê kompûter û alavên mîna wê karibin bên desteserkirin. Piştî ku ev kar qediya, wê bên radestkirin.

GILÎNAME WÊ NEYÊ XWENDIN

Dema rûniştina dozê dest pê dike, gilîname yan jî belgeyek li şûna wê, tê xwendin. Bi qanûna nû re ev rewş jî tê guhertin. Bi hinceta lezandina darizandina 'dozên li ser sûcên rêxistina terorê yên mîna darizandina darbeyê', şertê xwendina gilînameyê hat rakirin.

DESTESERKIRINA MAL Û MILKAN WÊ DI QANÛNÊ DE WERE BICIHKIRIN

Desteserkirina mal û milkên kesên lêpirsîn der heqê wan de heye, wê qanûnî bibe. Li gorî vê yekê, ji bo bersûcê qaçax ê ji ber darbeyê ketiye ber lêpirsînê tevlî rûniştina dozê were kirin, wê mal û milkên wî şexsî yên li Tirkiyeyê bi biryara dadgehê bên desteserkirin. Eger pêwîstî pê hebe wê qeyûm lê bê wezîfedarkirin.