Hêzên Şoreşger nasnameyên 6 şervanên xwe eşkere kir

Fermandariya giştî ya Hêzên Şoreşger nasnameya 6 şervanên xwe yên ku li herêmên Şehbayê jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.

Fermandariya giştî ya Hêzên Şoreşger bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 şervanên xwe yên ku di êrîşên komên çete yên li ser herêmên Şehbayê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi raya giştî re parvekir û soza tolhildanê da.

Di daxuyaniya Hêzên Şoreşger de ev agahî hatin parvekirin:

″ Ji 30᾿ê Tebaxê ve li gundewarên Bakurê Helebê di navbera Ceyş El-Siwar (bi destekdayîna hêzên şoreşger û Meclîsa Leşkerî ya Babê) û çeteyên DAIŞ᾿ê de şerê dijwar rû da. Li gundên Um El-Hoş, Hirbil, Um El-Qura û der dora gundên El-Wehşiye û Til Qerah, bi dehan çeteyên DAIŞ᾿ê hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ᾿ê hê jî hêzên xwe li herêmên di destê wan de ( bi taybet li gundewarên Bakurê Helebê)bi cih dikin. çeteyan ku hêzên xwe ji herêmên li ser sînor ji El-Raî heta Cerablusê vekişandine û ew herêm radestî hêzên girêdayî Tirkiyeyê kirine. Çete bi vê yekê şerê li dijî hêzên şoreşger ( Meclîsa Leşkerî ya Babê û Cerablusê û Ceyş El-Siwar ) dike û hewl dide herêmên ku di dema dawî de hatine rizgarkirin (Um El-Hoş, Um El-Qura, Hirbil) bistîne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di şerê her 3 rojên dawî de, 2 wesayîtên çeteyan hatin hedefkirin û 11 çete hatin kuştin.

Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku hewldan ku herêmên hatine rizgarkirin bistînin de 6 şervanên Hêzên Şoreşger jiyana xwe ji dest dane.”

Nasnameyên şervanên Hêzên Şoreşger ên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Derwîş

Nav û Paşnav: Derwîş Cemal Derwîş

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Efrîn – 1996

Cih û Dîroka Şehadetê: Um El-Qura 4 – 9 – 2016

***

Nasnav: Hîcazî

Nav û Paşnav: Taha Mihemed Hîcazî

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hûms – 1992

Cih û Dîroka Şehadetê: Um El-Qura 4 – 9 – 2016

***

Nasnav: Nezmî

Nav û paşvan: Nezmî Mistefa Îbrahîm

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Îdlib – 1994

Cih û dîroka şehadetê: Um El-Qura 4 – 9 – 2016

***

Nasnav: Nûcan Til Şîr

Nav û Paşnav: Binefş Gol

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Til Şîr 1996

Dîroka Tevlîbûnê: 22 – 6 – 2016

Cih û Dîroka Şehadetê: Um El-Qura 4 – 5 – 2016

***

Nasnav: Xebat Dîjle

Nav û Paşnav: Rêber Ebdulrehman Mûrad

: Heleb 1995

Cih û Dîroka Şehadetê: Um El-Qura 4 – 9 – 2016

***

Nasnav: Serhildan Kurdî

Nav û Paşnav: Serdar Seîd

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Heleb (Keîbe) 1997

Cih û dîroka Şehadetê: Um El-Qura 4 – 9 – 2016