Hêzên Şoreşger nasnameyên 11 şervanên xwe eşkerekirin
Hêzên Şoreşger ên ku li herêma Şehbayê şerê çeteyên DAIŞ’ê dikin, nasnameyên 11 şervanên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane, eşkere kirin.
Hêzên Şoreşger ên ku li herêma Şehbayê şerê çeteyên DAIŞ’ê dikin, nasnameyên 11 şervanên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane, eşkere kirin.
Ceyş El-Siwar li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de nasnameyên 11 têkoşerên ku di şerê bi çeteyan re li herêmên Şehbayê jiyana xwe ji deste dane, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat diyar kirin roja Sêşemê Saet di 02.00’an de endamên me ji çar aliyan ve xwe berdan gundê Um El-Hoş ku di destê terorîstên DAIŞ’ê de bûn. Li vir di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket. Şer ku derketin, 5 rojan dewam kir. Di encamê de hêzên me yên şoreşger gundê Um El-Hoş, Um El-Qura û Herbel ji çeteyan rizgar kirin.
HÊZÊN ŞOREŞGER ÊN KU BEŞDARÎ ŞERÊ RIZGARIYÊ BÛN EV IN
Her wiha di daxuyaniyê de navên hêzên ku beşdarî şer jî bûne wiha rêz kir: “Meclîsa Leşkerî ya Babê, Ceyş El-Siwar, Eniya Parastina Jinên Şehbayê, Tugaya El-Şemal El-Demokratî, Koma 99, Tûgaya Selacîqe, Tugaya Erkên taybet, Tugaya yekemîn a Mixawîr Hums, Mexawîr Sifîre, Tugaya El-Hemze, Hêzên Eşîrên gundewarên Helebê, Hêzên Cebhet El-Ekrad, Tabûrên Şoreşgerên Arfad û Ehrar El-Kiêbe.”
Di daxuyaniyê de hat ziman ku di şerên ku li vir qewimîn de, 11 şervanên wan hêzan ku di nav de têkoşereke Eniya Parastina Jinên Şehbayê, 3 têkoşerên Ceyş El-Siwar, 6 têkoşerên Eniya Ekrad, hene eşkere kir.
Herî dawî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke Ceyş El-Siwar û hemû hêzên din ên Şoreşger, soz didin ku em ê heta rizgarkirina tevahiya axa xwe, rêya têkoşerên xwe bidomînin.”
Nasnameyên şervanên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Aljîn Gîvara
Nav û Paşvan: Zenobiya Xelo
Cîh û Dîroka Jidayikbûnê: Gundewarê Helebê-gundê Kefer Zixîr-1997
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 23.6.2016
Cîh û dîroka Şehadetê: Şehba-2-9-2016
****
Nasnav: El-Durzî
Nav û Paşnav: Mistefa Mitleq
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Şelex-1994
Cih û dîroka Tevlîbûnê:2011
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Helebê-Herbel-30-8-2016
***
Nasnav: Serkîs
Nav û Paşnav: Îbrahîm El-Biûr
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Idlib-1995
Cih û dîroka Tevlîbûnê:2012
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Helebê-Herbel-30-8-2016
***
Nasnav: El-Meserî
Nav û Paşnav: Ebdilrehman El-Misrî
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Idlib -1995
Cih û dîroka Tevlîbûnê: 2014
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Helebê-Herbel-30-8-2016
***
Nasnav:Mistefa
Nav û Paşnav:Mistefa Ebdo
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Helebê-30-8-2016
***
Nasnav:Sîpan
Nav û Paşnav: Can Hemo
Cih û Dîroka Şehadetê:Gundewarê Helebê-Um El-Hoş-30-8-2016
***
Nasnav: Edil Ehres
Nav û Paşnav: Murad Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Helebê30-8-2016
***
Nasnav: Cesûr
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarê Helebê-Um El-Hoş-30-8-2016
***
Nasnav: Reşîd Um El-Hoş
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Gundewarê Helebê-Um El-Hoş-30-8-2016