Hêzên rejîmê Berpirsyarê Rêxistina Asûrî revand
Hêzên rejîmê Berpirsyarê Rêxistina Asûrî revand
Hêzên rejîmê Berpirsyarê Rêxistina Asûrî revand
Hêzên rêjîma Baas Berpirsiyarê Buroya Siyasî ya Rêxistina Asûrî ya Demokratîk Gabriyêl Mûşî Gewriyê revand.
Li gorî agahiyên keça Gabriyêl Mûşî Gewriyê Sîmîlî Koriyê dane ANHA’yê, Gabrîle duh li Qamişlo ji aliyê hêzên rejîmê ve hate revandin. Sîmîlî Koriyê diyar kir ku di demên dawî de hêzên rêjîmê bavê wê asteng dikir û gelek caran dihatin buroya wî. Koriyê da zanîn ku duh saet di 10.00’an de hêzên rejîmê bang li bavê wê kiriye û li ser vê yeke ew jî çûye, lê heta niha venegeriye û tu agahî jê nayê girtin. Sîmîlî Koriyê wiha got: “Eger bavê min serbest bernedin, endamên rêxistinê dê ji bo şermezarkirina kiryarên hêzên rêjîmê xwepêşandanekê lidar bixin.”
Derbarê mijarê de Rêxisitan Asûrî jî li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û ev kiryarên hêzên rêjîma Baasê yên li hemberî siyasetmedaran şermezar kirin.