Hezar ciwan derbasî Kobanê bûn

Hezar ciwan derbasî Kobanê bûn

Welatiyên bi armanca piştgiriyê bidin berxwendan Kobanê li gundê Ovan kon veda bûn, kon birin gundê Etmenikê. Bi deh hezar kesên li vir hatin cem hev piştgiriyê didin berxwedana Kobanê. Herikîna welatiyên ji bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam dikin. Heya niha nêzî hezar ciwan ji bo tevlî YPG'ê bibin derbasî Kobanê bûn.

Bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê du roj berê li gundê Ovan konê berxwedanê hatibû vedan û kon ji gundê Ovan rakirin birin gundê Etmanîk ê li hemberî Kobanê. Du rojin welatî ji bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê ber bi qada kon ve diherikin û hatina welatiyan didome. Girseya li sînor niha li gundê Etmanîk ê ku li Deriyê Sînor ê Murştîpinarê ye. Di navbera komên diçin Kobanê û leşkeran de dem dem rageşî derdikevin. Girse bi dirûşmaya, "Bijî berxwedana Kobanê" piştgiriyê didin YPG û YPJ'ê. Ji serê sibê heya niha welatiyên ji Kobanê tên sînor piştî malbatên xwe anîn wir careke din ji bo şev vedigerin Kobanê. Bi sedan ciwanên hatin Etmanîkê ji bo tevlî YPG û YPJ'ê bibin sînor derbas kirin. Li sînor sekna welatiyan berdewam dike.

Heyeta KCD, HDP û DBP'ê ya çûye Kobanê piştî bi welatiyan re hevdîtin kirin careke din ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re vegeriyan. Li ser navê heyetê Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek daxuyaniyek kin da û bal kişand ser berxwedana Kobanê û nûçeyên bi armanca spekulatîf û propaganda yên têkildarî Kobanê. Yuksek, diyar kir ku Kobanê bi temamî di bin kontrola YPG'ê de ye, Kobanê azad e û dê azad bimîne. Yuksek, anî ziman ku nemimkun e çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê serbikevin û wiha got: "Heke çeteyên DAIŞ'ê bikevin Kurdan ev yek tenê ji bo Kurdan na ji bo Tirkan û hemû gelên herêmê tê wateya komkujiyê. Ji ber vê yekê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tenê Kurd na hemû gel divê têkoşînê bikin."