Heyetek navneteweyî ya ji zanyaran çû Rojava
Heyetek navneteweyî ya ji zanyaran çû Rojava
Heyetek navneteweyî ya ji zanyaran çû Rojava
Heyetek navneteweyî ya ji zanyarên ji gelek welatên cîhanê, çû Rojavayê Kurdistanê. Heyeta ji Başûrê Kurdistanê derbasî Kantona Cizîrê bû, wê der heqê rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava de agahiyan werbigire.
Ji bo der heqê kantonên li Rojavayê Kurdistanê de agahiyan werbigirin û li cih lêkolîn bikin, heyetek navneteweyî hat avakirin. Di nava heyetê de, ji gelek welatan zanyar, akademîsyen, nivîskar û rojnamevan cih digirin.
Heyet hefteya derbasbûyî çû paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê û piştî hevdîtina bi Rêveberiya Herêma Kurdistana Federal û nûnerên KNK'ê, derbasî Rojava bû. Heyet di ser Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kuredistanê bû û tê payîn ku heta 9'ê Kanûnê li herêmê bimîne.
Heyeta derbasî Kantona Cizîrê bû, kampa Newrozê ya li nêzî bajarê Dêrikê ziyaret kir. Endamên heyetê yên li kampa Êzidiyên Şengalî yên ji êrîşa çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne lê dimînin, lêkolîn kirin. Endamên heyetê diyar kirin ku jiyana li kampê gelekî zehmet e û saziyên alîkariyê yên navneteweyî sozên dane bicih neanîne.
Heyeta navneteweyî wê piştre yekemîn zanîngeha Rojava, Akademiya Mezopotamya ya li bajarê Qamişlo ziyaret bike. Li gorî agahiyan, heyet wê li ser alîkariyên ji bo zanîngeha di 3'ê Îlona 2014'an de hatiye avakirin jî, rawest e.
HEYET JI KÊ PÊK TÊ?
Di nava heyeta ku tê payîn çavdêriyên xwe yên li Rojava bi raporekê ji raya giştî re aşkera bike de, ev nav hene:
Prof. Dr. David Graeber (DYA), Prof. Dr. Christian Zeller (Swîsre), Eirik Eiglad (Norwêc), Dilar Dirik (Elmanya), Dr. Roger Turaut, (Fransa), Dr. Rebecca Coles, (Îngilîstan), Jakob Zethelius (Swêd), Dr. Thomas Jeffrey Miley (DYA) Johanna Riha (Awûstûralya), Oktay Ay (Tirkiye), Prof. Dr. Antonia Davidovic (Elmanya), Janet Biehl (DYA), Dr. Nazan Ustundag (Tirkiye), Derviş Çimen (Swîsre).