BI DÎMEN

Heyeta Rojava li Moskowayê ye: Danûstandin bêyî me bi ser nakeve

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Fransayê Xalid Îsa, ku li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hat Moskowayê, beriya hevdîtinê ji ANF'ê re axivî.

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Fransayê Xalid Îsa, ku li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hat Moskowayê, beriya hevdîtinê ji ANF'ê re axivî.

Îsa diyar kir, tevî wî Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah û Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî hatine vexwendin, lê belê ji ber ku vexwendîname bi derengî gihîştine ber destê Abdullah û Muslim û ji ber hin kêmasiyên karên fermî nekarîne bê, lê wê di civînên ji niha û pê ve de cih bigirin.

Îsa diyar kir, ew ê di hevdîtinê de tevî Nûnerê PYD'ê yê Rûsyayê Abdulsselam Alî rêveberiya Rojava temsîl bikin û got, "Projeya me eşkere ye. Di civînên Astana yên beriya niha de û li platformên cuda me projeya xwe ji hêzên pêwendîdar û raya giştî re eşkere kir. Em ê projeya xwe di vê hevdîtinê de jî eşkere bikin."

'EM HEMÛ PÊKHATEYÊN SÛRIYEYÊ TEMSÎL DIKIN'

Îsa bal kişand ser civîna dawî ya li Astanayê û anî ziman, hin kom û kes hatin vexwendin, lê belê hêza herî rêxistinbûyî ew in û nehatine vexwendin. Îsal diyar kir, ew ne tenê Kurdan, di heman demê de hemû pêkhateyên etnîkî, mezhebî, olî û çandî yên Sûriyeyê temsîl dikin û got, "Danûstandineke bêyî me bi ser nakeve."

Îsa civîna li Astanayê nirxand û got, "Ev civîn civîna navbera serçeteyan û rejîmê bû. Yanî li Astanayê mûxalefeta demokratîk tine bû. Lewma Astana ji xwe bi ser neket."

Xalid Îsa da xuyakirin, dewleta Tirk serkêşê çeteyan e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Weke lîder û serkêşê çeteyan, hikûmeta Erdogan tevlî vê civînê bû. Nûnerên rejîmê tevlî bû. Em ne li cem desthilatdariyê ne, ne jî li cem çeteyan e. Em mûxalefeta demokratîk temsîl dikin. Ji ber vê yekê nexwestin em li Astanayê hebin."

'DIVÊ RÛSYA JI BO AŞTIYA LI SÛRIYEYÊ BI ERKA XWE RABE'

Îsa got, "Em amade ne bi her kesên dixwazin aştî bê Sûriyeyê û Sûriye demokratîk bibe, hevdîtinê bikin û bi hev re tevbigerin." Îsa destnîşan kir, ku Rûsya yek ji pênc endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî ye, lewma divê ji bo aştiya li Sûriyeyê bi erka xwe rabe.

'PÊWÎSTE HÊZÊN NAVNETEWEYÎ LI BER DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK RABIN'

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Fransayê Xalid Îsa diyar kir, ji bo Sûriyeyeke aştiyane û demokratîk, divê her kes li dijî dagirkeriya Tirk têbikoşe û bi taybetî bang li Kurdan kir ku li dijî faşîzm û dagirkeriya AKP'ê têbikoşin. Îsa her wiha ji hêzên navneteweyî jî xwest, li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û Sûriyeyê rabin.