Heyeta PYD’ê li MPKE hevdîtinan pêk tîne
Heyeta PYD’ê li MPKE hevdîtinan pêk tîne
Heyeta PYD’ê li MPKE hevdîtinan pêk tîne
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember kantona Kobanê di rojeva Konseya Ewropayê de ye. Heyeta PYD’ê ya Hevserok Salih Muslim jî di nav de li Konseya Ewropa wê hefteyêk hevdîtinan pêk bîne.
Wê êrîşê çeteyên DAIŞ ên li hember kantona Kobanê mohra xwe li rûniştina Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (MPKE) bide. MPKE ya êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Rojava û Başûrê Kurdistanê wê bike rojeva xwe serenava rojeva xwe wek, “Êrîşa li hember mirovatiyê: Êrişên DAIŞ ên li hember Sûriye û Iraqê” guhert.
Heyeta PYD’ê ya Hevserok Salih Muslim jî di nav de wê tevahiya hefteyekê rêzehevdîtinan pêk bîne. MPKE wê mijarê bi rûnişteneke roja Pêncşemê bîne rojevê û nîqaş bike. Parlamenteran jî ji niha ve dest bi pêşnûmebiryarekê kirin.
HEYETA PYD’Ê DEST BI HEVDÎTANAN KIR
Heyeta PYD’ê û nûnerên saziyên Kurd jî der barê pêşnûmebiryarê de xebatan dimeşînin. Heyet di vê navberê de ji bo têkildarî mijarê tedbîr bên girtin dixebite, bi komên siyasî serokên komîsyonan, delegasyonên welatên cuda û parlamenterên bi Rojhilata Navîn re eleqedar dibin rû bi rû hevdîtinan pêk tînin. Wê heyet bi Seroka MPKE Anne Brasseur jî rûne.
MUSLIM: ARMANCA ME EV E KU EM DENGÊ KOBANÊ BIDIN BIHÎSTIN
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ê têkildarî hevdîtin û xebatên bên kirin ji ANF’ê re axivî got ku wê hevdîtinên wan hefteyekê bidomin û dixwazin dengê Kobanê bidin bihîstin.
Heyeta PYD’ê û parlamenterên Koma Çepgir piştî hevdîtinên li MPKE girseya li ber Konseya Ewropa çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê didomîne ziyaret kirin.