Heyeta Partiya Çep a Elman wê li ser sînor lêkolînan bike
Heyeta Partiya Çep a Elman wê li ser sînor lêkolînan bike
Heyeta Partiya Çep a Elman wê li ser sînor lêkolînan bike
Li dû êrîşên destpêkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê, Endama Parlamenta Federal a Partiya Çep a Elmanya û Seroka Komîsyona Jêrîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Parlamenta Federal Heike Hänsel, bi endamê Rêveberiya Eyaleta Baden Wuttemberg ê Partiya Çep Gokay Akbûlût re, ji bo li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê lêkolînan bike, çû herêmê.
Heike Hänsel der barê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Tê ragihandin ku di encama êrîşa giran a DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê de, 45 hezar mirovî koçî Tirkiyeyê kirine. Her wiha çavkaniyên herêmî bi guman in ku eger êrîş dewam bikin wê ev hejmar bigihêje sed hezaran û dibe ku komkujiyeke din rû bide." Hänsel û heyeta pê re, di serî de lêkolînkirina îdîayên li ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê wê li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê lêkolînan bike û van çavdêriyan bi raporê pêşkêşî Parlamenta Federal a Elmanya û Neteweyên Yekbûyî bike.
Heike Hänsel û Gokay Akbûlût dixwazin der barê mijarê de bi rayedarên hikûmetê û Rêxistinên Civakî yen Sivîl re hevdîtinê bikin. Her wiha plan dikin ku bi Parlamenterên HDP'ê re jî hevdîtinan bikin.