Heyeta Mafên Mirovan wê li sînorê Kobanê lêkolînan bike

Heyeta Mafên Mirovan wê li sînorê Kobanê lêkolînan bike

Heyeta Mafê Mirovan a ji 8 rêxistinên civaka sivîl ve hat avakirin, wê sibe li sînorê Pirsûs-Kobanê lêkolînan bike.

Li gor daxuyaniya Navenda Giştî ya ÎHD’ê, ji bo rewşa mirovên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ ji Kantona Kobanê hatine Tirkiyeyê di cihê wê de bibînin û li sînor lêkolînan bikin Heyeta Mafê Mirovan hat avakirin. Heyeta hatiye avakirin wê sibê danê nîvro dest bi lêkolînan bike.

Kesên di heyetê de cih digirin ev in:

"Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Serokê Giştî yê MAZLUMDER  A. Faruk Unsal, Serokê Şaxa Tirkiye ya Rêxistina Efûyê Taner Kiliç, endamê Desteya Rêveber a TÎHV Coşkun Ustercî, endamê Rêveberiya Welatiyên Helsînkî Emîne Uçak, Serokê GOÇ-DER a Akdenîz Selahattîn Guvenç, nûnerê Platforma GOÇ-DER Yilmaz Kan, Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Serdar Çelebî, Serokê Şaxa Amedê ya  ÎHD’ê M. Racî Bîlîcî û Serokê Şaxa Riha ya ÎHD’ê Atîlla Yazar û ji Sekretarya ÎHOP Bariş Karacasu."