Heyeta HDP’ê: Pêvajo hatiye asta xitimandinê
Heyeta HDP’ê: Pêvajo hatiye asta xitimandinê
Heyeta HDP’ê: Pêvajo hatiye asta xitimandinê
Ji aliyê heyeta HDP’ê ve ku daxuyaniyek hat dayîn hate diyarkirin ku ji ber gav nayên avêtin pêvajo çareseriyê hatiye asta xitimandinê. Heyetê hikûmet hişyar kir û got ku hevdîtinên ku di rojê pêş de bi Ocalan re bên kirin gelek girîng e.
Heyeta HDP’ê ya ku bi rayedarên KCK’ê re li Qendîlê du rojan hevdîtin pêk anî piştî ku vegeriyan têkîldarî pêvajoyê bi rayedarên hikûmetê re hin rêzehevdîtin pêk anîn. Bi trafîka hevdîtinê re êrîşên li dijî Kobanê, êrîşên li hemberî gelê li ser sînor, ji ber gavneavêtina hikûmetê pêvajo hate asta xitimandinê ji ber vê yekê niha hemû kes li benda hevdîtina wê dawiya hefteyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin in. Piştî daxuyaniya KCK’ê ya “rewşa bêpevçûn ji bo me bi dawî bûye” daxuyaniyên ku wê Ocalan bike qedera pêvajoyê diyar bike.
Heyeta HDP’ê çavlirê ye wê dawiya hefteyê biçe Girava Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Heyeta HDP’ê ya ji serokwekîlên Koma HDP’ê Îdrîs Baluken, Pervîn Buldan û parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tên di 7’ê Îlonê de çûbûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re hevdîtin pêk anî bûn. Di hevdîtinê de Rêberê Gelê Kurd Ocalan xwestibû hikûmet bi cidî nêzîkî pêvajoyê bibe û gavên berbiçav biavêje, tu gotinên ku nekevin pratîkê dê bêwate bin. Ocalan di hevdîtinê de xwestibû hikûmet bêyî hincetan nîşan bide muzakereyên watedar û kûr bide destpêkirin rêgez û mekanîzmayan derbasî jiyanê bike.
Heyeta HDP’ê piştî ku di 7’ê Îlonê de bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re hevdîtin pêk anî di 17’ê îlonê de jî li Qendîlê bi rayedarên KCK’ê re hevdîtineke 2 rojan berdewam kir pêk anî. Piştî hevdîtinê heyetê daxuyandibû ku rayedarên KCK’ê ragihandine nêzîkatiyên hikûmetê yên giran tevdigere û taloq dike ev yek pêvajoyê dixe xetereyê, hewldana hikûmetê ya herêma tamponê jî wê pêvajoya çareseriyê biqedîne û tu caran wê destûrê nedin herêma tamponê. Dîsa di hevdîtinê de rayedarên KCK’ê bi rêya heyeta HDP’ê ji bo Kobanê bang li ciwanan kiribûn, helwesta Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê jî bi tundî rexne kiribûn. Dema ku bi rayedarên KCK’ê re li Qendîlê hevdîtin dihat kirin li Enqereyê jî Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi sekreteryaya avakiribûn re civîneke hemwext li dar xistin. Der barê civînên bi awayeke hemwext hatin lidarxistin de heyeta HDP’ê şîroveyek nekiribûn.
HEVDÎTIN BI LEZ BÛN
Ji bo pêvajoya çareseriyê meha Îlonê weke meha qederê dihate dîtin û piştî demek kin ji bo meha Îlonê bi dawî bibe Heyeta HDP'ê ji bo ji nû ve pêvajoyê bi lez bixe hewldanên xwe yên bi hikûmetê re bi lez xistin û hevdîtinên girîng li dar xistin. Di hevdîtinên 3 rojan li ser hev bi rayedarên hikûmetê re hatin lidarxistin mijarên, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, piştgiriya hikûmetê ya DAIŞ'ê, êrîşa polîsan li ser welatiyên li sînor hatin cem hev, peyamên rayedarên KCK'ê yên di demên dawî de "pêvajo ber bi dawîbûnê ve ye" û hêviyên aliyê Kurd ên di pêvajoya çareseriyê de ji hikûmetê re hatin nîqaşkirin. Heyet di çarçoveya hevdîtinan de bi Wezîrê Karên Hûndir Efkan Ala, alîkarên Serokwezîr Yalçin Akdogan û Numan Kurtulmuş re 3 rojan li ser hev cuda cuda hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinan de nexşeriya di dawiya vê mehê de zelal bibe jî hatine nirxandin.
PÊVAJO JI BO ME WATEYA XWE WINDA KIRIYE
Hevdîtinên heyetê yên bi rayedarên hikûmetê re berdewam dikin û di vê navberê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya vasiyê xwe Mazlum Dînç re daxuyanî da û diyar kir ku hikûmetê dest bi muzakereyan nekiriye û rewş gelek krîtîk e. Rêveberiya KCK'ê jî daxuyaniya "Pêvajo ji bo me wateya xwe winda kiriye" da. Der barê hevdîtinên heyetê yên bi rayedarên hikûmetê re hatin lidarxistin tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn û hate ragihandin ku hevdîtin ji bo encamê bigirin berdewam dikin. Li ser navê hikûmetê Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş jî li hemberî gumanên pêvajo xilas bû daxuyaniya "Pêvajo wê berdewam bike û em ê encameke bihêz jê derxin" da. Kurtulmuş, li hemberî hêviyên Kurdan jî got; "Em pêşiya welatî bi zimanê xwe, xwe bînin ziman vekir. Li gorî 10 salên buhrî me gavên gelek mezin avêtin"
HEVDÎTINA BI OCALAN RE
Heyeta HDP'ê xwest ku bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re bên cem hev û hê bersiva heyetê nehatiye dayîn. Li bendê ne ku heyet piştî hevdîtinên li dar dixe û encamên derketin holê wê dawiya hefteyê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinekê li dar bixe. Hevdîtina bê kirin ji bo pêvajoyê gelek girîng e.