Heyeta HDP’ê bi Sekreterê Giştî yê KE û Komîserê Mafên Mirovan re civiya

Heyeta HDP’ê ya di serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de li Strasboûrgê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjørn Jagland hate qebûlkirin.

Heyeta HDP’ê ya di serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de li Strasboûrgê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjørn Jagland hate qebûlkirin.

Heyeta HDP’ê roja Înê li Strasboûrgê 2 hevdîtinên girîng pêk anîn.

Hevdîtina yekem bi Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Nîls Mûîznîeks re pêk hat.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, bi taybet rewşa Kurdistanê û sûcên rejîma AKP’ê ketin rojevê.

Hevdîtina duyemîn jî bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa Thorbjørn Jagland re pêk hat.

Di her du hevdîtinan de jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk û Hîşyar Ozsoy û Nûnerê HDP’ê yê li Ewropayê Eyup Dorû û Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewropayê Faîk Yagizay amade bûn.

Jagland ile yapılan görüşmede de Kürdistan'daki durum ve başta bağımsızlıkların kaldırılması olmak üzere HDP'ye yönelik baskılar ele alındı.

Li gor çavkaniyên HDP’ê, heyeta HDP’ê gotiye ku rêveçûna li Tirkiyeyê pir xeter e.

Heyetê xwestiye ku ji bo ev rewş nebe girêkek mezin, di serî de Konseya Ewropa, divê tevahî civaka navneteweyî berpirsiyariyên Tirkiyeyê bîne bîra wê. Hate hînbûn ku hevdîtinên her yek saetekê ajotine, erênî derbas bûne.

Heyeta HDP’ê, rojên Sêşem, Çarşem û Pênçşemê jî li Brukselê hevdîtinên girîng pêk anîn.

Heyetê roja Çarşemê ji aliyê Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve ya YE Federîca Mogherînî ve bi awayekî germ hatibû pêşwazîkirin, her wiha roja Pênçşemê jî bi Komîserê Berpirsê Pêşveçûnê yê Yekîtiya Ewropa Johannes Hahn re civiyabû.

Heyeta HDP’ê her wiha, bi Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schûlz, Seroka Koma Çep a PE Gabrîele Zîmmer, Raportora PE ya Tirkiyeyê Katî Pîrî re jî hevdîtin pêk anîbûn.

...