Heyeta HDP’ê bi Kurtulmuş re hatin gel hev
Heyeta HDP’ê bi Kurtulmuş re hatin gel hev
Heyeta HDP’ê bi Kurtulmuş re hatin gel hev
Heyeta HDP'ê bi Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş re hevdîtin kir û li bendê ne ku sibê bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re hevdîtinê bikin. Kurtulmuş der barê hevdîtina bi heyeta HDP'ê re tu agahî nedan û got: "Pêvajo wê bi serkeftî bi dawî bibe. Tirkiye wê encama mînak derxe holê."
Heyeta HDP'ê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û piştre bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin kirin û vegeriyan bi rayedarên hikûmetê re hevdîtinên xwe didomînin. Heyeta HDP'ê îro jî bi Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş re hevdîtin pêk anî û li bendên e ku sibê ji bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re hevdîtinê bikin.
Piştî hevdîtinê Kurtulmuş pirsên rojnamevanan bersivandin. Kurtulmuş, diyar kir ku pirsgirêk a salekê nîn e û wiha got: "Em bi pirsgirêka 90 salan re eleqedar dibin."
Kurtulmuş, anî ziman ku ji bo çareseriyê tenê çekberdan têrê nake û divê siyaset di bin tehdîtan de nebe û ev yek bê parastin û wiha got: "Pêvajo wê bi serkeftî bi encam bibe. Tirkiye wê encameke mînak derxe holê."