Heyeta HDP’ê bi Komîserê Berpirsiyarê Pêşketinan a YE’yê re civiya

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta li gel, hevdîtinên xwe yên li Brukselê bi civînekê li gel Komîserê Berpirsiyarê Pêşketinan a YE’ê re bi dawî kir.

Heyeta HDP’ê, ji serê hefteyê ve li Brukselê hevdîtinên xwe yên di asta bilind de pêk anîn.

Heyetê, roja Pênçşemê saet di 14:00’an de bi Komîserê Berpirsiyarê Pêşketinan a Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn re civînek li dar xist.

Mîna civînên berê,ev civîn jî ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin. Lê, beriya hevdîtinan destûr hate dayîn ku çapemenî dîmenan bikişînin.

Di heyeta HDP’ê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Wekîla HDP’ê Leyla Bîrlîk û Hişyar Ozsoy û Nûnerê HDP’ê yê Ewropa Eyyup Dora cih digirtin.

Demîrtşa, beriya ku li gel Komîserê Berpirsiyarê Pêşketinan re bicive di Konseya Wezîran a Partiya Çep a Ewropa de axivî.

Heyet, roja Çarşemê ji aliyê Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve ya YE’ê Federica Mogherini ve bi awayekî germ hatibû pêşwazîkirin.

Her wiha heyeta HDP’ê bi Serokê Parlamentoya Ewropa Martîn Schûlz, Serokê Koma Çep a PE’yê Gabrîel Zîmmer û Raportora PE’yê ya Tirkiyeyê Katî Pîrî re jî civiyabû.

Hevdîtinên heyetê wê roja Înê li Strasboûrgê li Konseya Ewropayê bidomin.

...