Heyeta HDP’ê bi Akdogan re tê cem hev
Heyeta HDP’ê bi Akdogan re tê cem hev
Heyeta HDP’ê bi Akdogan re tê cem hev
Heyeta HDP’ê îro wê bi cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtinekê pêk bîne. Tê payîn ku di hevdîtinê de pêvajoya çareseriyê bê destgirtin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Giştî ya HDP’ê ve hatiye dayîn de Wekîlên Serokê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken û Pervîn Buldan û Parlamenterê Stenbolê Sirri Surreya Onder îro saet di 15.15’an de bi Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtinekê pêk bînin. Li ser daxwaza HDP’ê hevdîtina ku dê pêk bê zêdetir dê li ser pêvajoya çareseriyê be.
Heyeta HDP’ê herî dawî di 18’ê Îlonê de bi rayedarên KCK’ê re hevdîtin kiribû û rayedarên KCK’ê di hevdîtinê de diyar kiribûn ku ev nêzîkatiya giran a hikûmetê pêvajoyê dike xetereyê û her wiha diyar kiribûn ku hikûmet ketiya nava hewldana avakirina herêmeke tampon û got ku ew ê teqez destûrê nedin vê.
Hevseroka Konseya Desteya Rêveber a KCK’ê Besê Xozat duh tevlî bernameya Stêrk TV bû û wiha gotibû: “Pêvajoya diyalogê qediya. Pêvajo hatiye nuqteya muzakereyê. Divê ev baş bê zanîn ku heta dewleta Tirk li muzakereyê rûnene, 9 sernav neyên nîqaşkirin, sekreterya neyê avakirin, heyeta muzakereyê neyê rêxistinkirin, berfirehkirin, heyeta şopandin û komîsyonê neyê avakirin, pêvaja pêşve neçe, dewleta Tirk pêngavên berbiçav navêje, şert û mercên serokatiya me neyên başkirin, azadiya serokatiya me, ewlehiya wî nekin bin garantiyê wê li Kurdistanê pel jî nelive. Tu car vekişîn ne mijara gotinê ye.”