Heyeta Bakurê Kurdistanê hevdîtinên li Moskowayê didomîn e
Heyeta Bakurê Kurdistanê ya ji bo Konferansa Kurd a Navneteweyî hat Moskowazyê, hevdîtinên xwe didomîne.
ÊRÎŞ QOSER
MOSKOWA
pêncşem, 22 kewçêrê 2015, 10:50
Heyeta Bakurê Kurdistanê ya ji bo Konferansa Kurd a Navneteweyî hat Moskowazyê, hevdîtinên xwe didomîne.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Nazmî Gur û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, li Parlamenta Rûsyayê bi wekîlên Partiya Demokratîk a Lîberal a Rûsyayê û rayedarên Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn re hevdîtin kir.
Di hevdîtina li salona civînê ya Partiya Demokratîk a Lîberal de li ser navê partiyê Şerîn Aleksandir Mîkolayevîç û Zaloçevskî Vîtalî amade bûn. Di hevdîtina ku bi qasî 40 deqeyan dewam kir de bal hat kişandin ser girîngiya piştevaniya Rûs 3u Kurd.
Zaloçevskî Vîtalî li ser navê partiyê axivî û diyar kir ku Serokê Partiya Lîberal Vlademîr Jîrînoskî ji nêz ve bi pirsgirêka Kurd re eleqedar e û hewl dide têkiliyên bi Kurdan re bêhtir bi pêş ve bibe. Vîtalî di dewama axaftina xwe de xemgîniya xwe ya ji ber bûyerên li Bakurê Kurdistanê di dema dawî de diqewimin anî ziman û destnîşan kir, ku gelê Kurd bi qasî ku van pirsgirêkan çareser bike, gelekî leheng e.
Vîtalî got, "Kurd û Rûs ji gelek aliyan ev gelekî dişibin hev. Her du gel jî bi azadiya xwe ve dilsoz in. Di herikîna dîrokê de Rûsan her tim xwestine bi Kurdan re bibin xwedî têkiliyeke nêz. Em hêvîdar in ku bi destwerdana Rûsyayê ya dema dawî li Rojhilata Navîn re, wê ev têkilî xurttir bibe."
Li ser navê heyeta ji Bakurê Kurdistanê Selma Irmak jî anî ziman ku ew xebatên Partiya Lîberal ji nêz ve dişopînin û got, "Em dizanin ku Serokê Partiya Lîberal Birêz Vlademîr Jîrînoskî ji nêz ve bi pirsgirêka Kurd re eleqdar dibe. Haya me ji hesasiyeta Parlamenta Dûma ya di vê mijarê de heye. Lê belê em Kurd dixwazin têkiliyên xwe yên dîplomatîk xurttir bikin. Gelê Kurd dixwaze der heqê xwe de bi xwe biryarê bide. Gelê Kurd êdî naxwaze ji aliyê hin kesên din ve were birêvebirin. Yek ji armancên avabûna KCD'ê jî ev e. Ev yek platform û mekanîzmayeke rêveberiyê ye ku hemû komên etnîkî û olî tê de tê temsîlkirin û pirsgirêkên xwe lê çareser dikin. Lewma KCD ji bo me Kurdan girîng e. HDP jî partiyeke siyasî ye. Di nav de Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Asûrî û gelek nasnameyên din hene. HDP partiyeke Tirkiyeyê ye. Rûyê demokratîk ê Tirkiykeyê ye. Ji ber vê yekê projeya HDP'ê ji aliyê civakê ve hat pejirandin."
Di dawiya hevdîtinê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, maketeke Pira Malabadê diyarî heyetê kir.
Hevdîtina heyetê ya bi Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn re bi qasî saetekê dewam kir. Jİ nûnerên enstîtuyê Nîkolay Platîkov û pisporê beşa Kurd Tirk Krîl Varîev, tevî hin lêkolîneran di hevdîtinê de amade bûn. Di vê hevdîtinê de bi giranî li ser çawaniya Konfederalîzma Demokratîk û armancên wê hat rawestîn. Di hevdîtina li vir de jî bal hat kişandin ser girîngiya bi pêş xistina têkiliyên navbera Rûsya û Kurdan.
Hevdîtinên heyetê yên li Moskowayê wê dewam bike. Heyet wê îro jî çend hevdîtinan bike û sibe ji Moskowayê vegere Bakurê Kurdistanê.