Heyeta ABDEM jî li sînorê Kobanê ye
Heyeta ABDEM jî li sînorê Kobanê ye
Heyeta ABDEM jî li sînorê Kobanê ye
ABDEM li ser pêşveçûnên li Kobanê ku ket nav tevgerê, heyetek şand sînorê Kobanê. Di heyetê de sazî û rêxistinên Ermenî, Asûrî-Suryanî, koçberên Tirkiyeyê, Elewî Êzidî hene.
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropa (ABDEM) û Yekîtiya Hêza Demokratîk, di civîna xwe ya 19’ê Îlonê de pêşveçûnên dawî yên li Rojava nirxand û biryara xwedîderketina li berxwedana Kobanê da.
Saziyan diyar kirin ku şervanên YPG/YPJ’ê û gerîlayên HPG/YJA STAR li Şengalê pêşiya komkujiyeke hê mezintir girtine û li Kobanê berxwedaneke bi heman rengî didome.
ABDEM, encamên civînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand. ABDEM got, “ABDEM û pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk, bi armanca piştgiriya bi gelê Kobanê re biryar girtiye ku bilez heyetekê bişîne Kobanê.”
Heyeta ji 16 kesan a ji nûnerên gel û saziyên li Ewropa pêk tên îro gihiştin sînorê Kobanê.
Navê sazî û dezgehên di heyetê de cih digirin ev in:
-Nor zartonk Înîsiyatîfa Ermeniyan
-Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamya (Asurî-Suryanî),
-Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk DIDIF
-Federasyona Mafên Demokratîk a Elmanya ADHF
-Federasyona Komeleya Êzidiyan
Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropa AVEG-Kon
-Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Elmanya ATÎF
-Federasyona Elewiyan a Demokratîk FEDA