Heyet El-Tensîq banga 'Dest ji piştgiriya DAIŞ berde’ li Tirkiyeye kir
Heyet El-Tensîq banga 'Dest ji piştgiriya DAIŞ berde’ li Tirkiyeye kir
Heyet El-Tensîq banga 'Dest ji piştgiriya DAIŞ berde’ li Tirkiyeye kir
Desteya Koordînasyona Niştimanî ya hêzên veguhertinên Demokratîk li Sûriyeyê (Heyet El-Tensîq) bi daxuyaniyekê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Herêma Kobanê şermezar kir. El-Tensîq bi gotinên tund helwesta dewleta Tirk ku destên wê di êrîşên çeteyan de hene şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku alîkariya YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bike.
Di çarçoveya helwestên şermezarkirina êrîşên li dijî Herêma Xweser a Kobanê, Desteya Koordînasona Niştimanî ya Hêzên Veguhertinên Demokratîk li Sûriyeyê (Heyet El-Tensîq) êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Herêma Xweser a Kobanê şermezar kirin û metirsiyên xwe yên der barê kiryarên hovane yên çeteyan de anî ziman. El-Tensîq her wiha berxwedana hêzên YPG’ê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û parastina wan ji welatiyên herêmê re silav kir û bang li hemû welatiyên Sûriyeyê kir ku piştgiriya hêzên YPG’ê bikin.
Di daxuyaniya ku Desteya Koordînasyona Niştimanî ya Hêzên Veguhertinên Demokratîk li Sûriyeyê (Heyet El-Tensîq) li ser malpera xwe ya fermî weşandibû têde wiha tê gotin: “Rêxistina ku bi navê ‘Dewleta Îslamî - DAIŞ’ tê naskirin, êrîşên hov li dijî herêma Kobanê pêk tîne. Di encama êrîşên çeteyan de bi deh hezaran welatiyên sivîl ji malên wan hatin koçberkirin û li gorî raporên hiqûqî hê jî çarenûsa sedan ji welatiyên herêmê nediyar e.”
Di daxuyaniyê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên sivîl ên gundên herêmê bi tundî şermezar kirin û berxwedana hêzên YPG’ê li hemberî êrîşên hov silav kir û wiha hate domand: “Desteya Koordînasona Niştimanî ya Hêzên Veguhertinên Demokratîk li Sûriyeyê (Heyet El-Tensîq) bi gotinên tund van kiryarên Rêxistina teror şermezar dike û metirsiyên xwe ji hemleya hovîtiya DAIŞ’ê tîne ziman. Her wiha berxwedana hêzên YPG’ê li hemberî vê hovîtiyê tevî kêmderfetên wê yên leşkerî silav dike.”
El-Tensîq di daxuyaniya xwe de bang li hemû welatiyên Sûriyeyê kir ku bila piştgiriya hêzên YPG’ê di berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bikin.
El-Tensîq di berdewama daxuyaniya xwe de her wiha helwesta dewleta Tirk şermezar kir û têde wiha hate destnîşankirin: “Em bi tundî helwesta dewleta Tirk ku destên wê di êrîşên DAIŞ’ê li dijî Kobanê de hene, şermezar dikin. Bi taybet piştî helwesta dewleta Tirk a nerazîbûna wê ji îmzekirina belgeya Cede ya ‘têkoşîna li dijî terora Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ)’ hevkariya wê bi çeteyan re aşkera bû.”
El-Tensîq bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku biryara Meclîsa Ewlehiyê ya bi hejmara 2170 pêk bîne û hemû şêwazên alîkariya wê bi Rêxistina DAIŞ’ê re rawestîne.
El-Tensîq di daxuyaniya xwe de helwesta civaka navneteweyî ya li hemberî DAIŞ’ê li Iraqê û paşguhkirina DAIŞ’ê li Sûriyeyê rexne kir û ev xisûs hatin diyarkirin: “Civaka Navneteweyî çi di hevgirtina ku Amerîka ava dike de û çi jî di kongreya ‘Ewlehî û Aştiya Iraqê’ de ku li paytexta Firansa Parîsê hate lidarxistin, tenê balê dikşîne ser kiryarên çeteyên DAIŞ’ê li Îraqê û li Sûriyeyê jî paşguh dike. Ev hevkariya navneteweyî li dijî Rêxistina DAIŞ’ê tenê li Iraqê, armancên tên xwestin pêk nîne.”
El-Tensîq di dawiya daxuyaniya xwe de ji civaka navneteweyî re bi bîr anî ku biryara Meclîsa Ewlehiyê ya di bin hejmara 2170 de, şerê çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê dike û ne tenê Îraqê ye. Ji ber vê yekê El-Tensîq bang li civaka navnetewî kir û wiha daxuyanî bi dawî bû: “Divê civaka navneteweyî bi hemû rêbazan alîkariya hêzên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dide, bike.”