Hewildana 78’an, Gezmîş, Aslan û Înan bibîr anîn

Hewildana 78’an di derbarê 48’emîn salvegera Deniz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan ên di 6’ê Gulanê de darvekirin daxuyanıyek da diyar kirin ciwan hîn jî li gorî rêberên şoreşger yên nifşên 68’an dimeşin.

Hewildana 78’an, 48’emîn salvegera şoreşgerên nifşên 68’an yên bi navên Deniz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ên ku di 6’ê Gulanê de hatin darvekirin, bi daxuyaniyek nivîskî bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Deniz Gezmîş û xwendekarên wî piştî dagirkirina Fakulteya Huquqê ya Zanîngeha Stenbolê, bi destanekê bingehê demê avêtine. Di daxuyaniya de ev hate gotin: “Ciwan heta niha jî îlhama xwe ji wan navên ku di pêşiya dema 68’an de digrin” û bi domdar ev hate gotin: “Di gelek rojên salê de, yên ku di tevgera 71 de jiyana xwe ji dest dayîn, wekî roja bibîr anînê bibîr tînin. Bîranînên Denizan, Mahîran, Îbrahîman hinek deman bi coş, hinek deman di axên bi rûmet de, hemû rêveberên nifşên şoreşgerên jiyan kirîn tên gel hev.”

Di daxuyaniya tê hate gotin ku Deniz Gezmîş û hevalên xwe mîrasên ku hêlayîn şoreşgertî ye û ev hate gotin: “Mîrasên ku wan hêlayîn, li dijî emperalîzmê, olîgarşî û faşîzmê ruhê serîhildanê ye. Biratiya gelan, têkoşîna wekheviya jinan bû. ‘Bi temamî Tirkiye ya serbixwe’, mînaka têkoşîna hevgirtî ya gelê Kurd û Tirk a jiyanê bû. Kuştina wan, di wijdana gel û civakê de birînên ku hej ne hatîn dermankirin vekirine. Ji bo vê ye ku ev 48 sale bûyîn jêdera dema ciwanan.”