Bûyerên piştî li navçeya Sultandagi kesekî jiyana xwe ji dest da vegeriyan lînckirina kurdan rawestiyan, li herêma Kurd lê dijîn di dorpêça polîsan de tê girtin. Li aliyê din qeymeqamtiyê jî xwest ku kurd ji navçeyê derbikevin. Malbatên Kurd jî bertek nîşanî geşedanan dan û diyar kirin ku ji ber kurdin rastî lîncê tên.
Bûyerên li navçeya Sultandagê ya Afyonê piştî şerê di navbera du koman de ya ji ber "rê dayînê" pêk hat û di şer de xwendekarê Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê Orhan Şahîn (18) jiyana xwe ji dest da, destpê kirin bi dawîbûn lê li navçeyê rageşî berdewam dike. Piştî re xwestin kurdan lînc bikin û taxa Pazaralti ya ku Kurd lê dijîn di bin dorpêça polîsan de ye. Li aliyê din şahidên şer diyar kirin ku Orhan Şahîn û kesên cem wî serhişê xwe çû û Şahîn bi darbeyên kêrê jiyana xwe ji dest nedan. Hate îdîakirin ku, amûrên xwendekarên Kurd ên li dibistanên navçeyê dixwînin bi slogana “Ne mutlu Turkum diyene” hatin şewitandin. Welatiyên Kurd ên rastî êrîşê hatin diyar kirin ku, walîtiyê ji wan re got polîs demek dirêj li herêmê namîne û qeymeqamtî jî bihayê mal û mûlkê kurdan diyar dike û dixwazin ji navçeyê derbikevin.
'KURDÊN PÎS JI WIR BIQEWIRIN DIKIN QÊRÎN'
Mexdurên hewildana lîncê û şahid tiştên jiyîn ji DÎHA'yê re axivîn. Welatiyê bi navê Îsa Kiran diyar kir ku, dema bûyer pêk hatin piştî maça voleybol demeşa kir vedigeriya malê û wiha got: "Dengê lastîkekê min li pey xwe bihîst. Ez li pişt xwe vegeriyam. Heke ez vengeriyabam dê wesayîtê li min qelîbîba. Dema wesayît rawestiya min got, ‘Hêdî wexwetbû we li min dida' 4 kesan êrîşî min kir. Pişt re ez reviyam û çûm marketekê. Ez li apên xwe geriyam. Dema ew hatin hejmara kesên din 100 kesan borîbûn. Me fêmnekiri ku ev qelebalix çawa kombû. Pişt re me xwe li nexweşxaneyê dît. Ew kesê jiyana xwe ji dest da bi kêrê nemir. Li holê tu êrîşa bi kêrê tunebû. Koma ji 4 kesan pêk dihat û êrîş dikirin serxweşbûn. Ew kes li wir krîzê derbaz dike. Li ber nexweşxaneyê dikirin qêrîn 'kurdên pîs li vir biqewirin'"
'EM BI POLÎSAN RE DIÇÛN ERZAQ DIKIRIN Û TÊN'
Seyît Kiran jî diyar kir bûyerên pêk hatin xemgîniyê didin û koma bûyer derdixistin hebû û wiha got: "Koma ulkucuyan a ku di bin navê Vatansever (welatparêz) vê yekê bi zanabûn dike. Sedema bûyer hatin vê astê ev kom berpirsyare." Kiran anî ziman ku, bûyer veguherandin pevçûna kurd-tirk û wiha axivî: "Em ji malên xwe dernakevin. Zarokên me nikarin biçin dibistanê. Li vir li hemberî hemû malbatên Kurd êrîşek heye. Mala me li vire me di vê zivistanê de dê çibikin"
‘JI BER KU EM KURDIN EM VÊ YEKÊ DIJÎN'
Welatiyê bi navê Memduh Demîr jî diyar kir ku, ji ber bûyeran nikarin derbikevin derve û bi polîsan re diçûn û wiha got: “Li dora malên me nokteyên polîsan hene. Her tim hewildidin êrîşan bikin. Di dema bûyeran de walî û qeymeqam got, 'Ew dê ji vir biçin' li ser vê yekê bûyer rawestiyan. Berpirsiyarê bûyeran koma bi navê 'vatansever'e. Her roj 50 wesayît tên. Ev wesayît tenê ji navçeyê nayên. Bi wesayîtan ji derfeyî Afyonê tên. Li vir sorkirinek heye. Em ji navçeyên Çay û Ataşehîrê erzaqên xwe dikirin. Li vir camên dikanên tiştekî difiroşin me dişkênin. Ji ber ku em kurd in bûyerên wisa dijîn."
'EZ DIBÊJIM WIJDAN'
Devlet Kiran ê nexweşê astim û guatrê jî diyar kir ku, her hefte diçe kontrolê lê ji ber bûyeran nikare biçe û wiha got: "Ligel hevjînê min tu tişt nekir hate girtin. Êdî ez dibêjim wijdan. Bi xebata li înşatê me debara xwe dikir. Em 7 kesin. Zarokên me naçin dibistanan. Hemû kes heta êvarê li mal rû didin. Bi wî şiklî dê heta kengî berdewam bike.