Hevserokê KCD’ê Ozturk: Werin em îtifaqa Kurd pêkbînin

Hevserokê KCD’ê Bedran Ozgurt got: “Werim em li dijî îtifaqa bê Kurd îtifaqa Kurdan ava bikin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî îtifaqên hilbijartinê li avahiya saziya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê KCD Bedran Ozturk û hevserokên dîwanê û endamên wan tevlî civînê bûn. Ozturk anî ziman ku di hişmeniya fermî ya Tirkiyeyê de nasnameyan tine dihesibîne, vîna ku ji 7’ê Hezîranê de derketin bi awayekî vekîr derket holê, erê nekirin, vê yekê bi dubarekirina hilbijartinê re derket holê.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li avahiya xwe têkildarî tifaqên hilbijartinê civîna çapemeniyê li dar xist. Li gel Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, endam û rêveberên KCD’ê beşdarî civînê bûn.

Ozturk daxuyanî xwend û daxuyanî wiha ye:

“Siyaset û feraseta fermî ya Tirkiyeyê her gav li ser tune hesibandina nasname, hebûn û siyaseta Kurd xwestiye xwe bi pêş bixe. Ev helwest di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de careke din bi hemû dijwariya xwe ve derket holê. Vîna ku gelê Kurd û der û dorên azadîxwaz bi HDP’ê destnîşan kirin, nehat qebûlkirin û hilbijartin di 1’ê Mijdara 2015’an de hat dubarekirin. Bûyerên ku qewimîn ji aliyê raya giştî ve baş tên zanîn. Zilm û zordariya li ser Kurdan roj bi roj zêde bû û gihîşt asta herî bilind. Hê jî ev helwest didome. Li gorî wan dîsa siyaseta ‘Kurdên baş û yên nebaş’ dixwazin bidomînin Ev yek ne tenê li hember destkeftiyên Kurdan ên li Tirkiyeyê, deskeftiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî bi awayeke aşkere hate dîtin. Hem li hemberî referandûm û meseleya Kerkukê ya li Başûr û hem jî li hemberî sîstem û meseleya Efrînê ya li Rojava, Tirkiye û hevkarên wê helwesta xwe ya dijminatiyê diyar kirin. Ev siyaset dixwaze dijberî û dijminatiya di nav civakê de kurtir bike. Dîsa siyaseta ‘Kurdên baş û yên nebaş’ didomînin. Lê, êdî piraniya Kurdan rastî çi ye dîtine û li gorî wê tevdigerin. Hemû cihan jî pê dizane ku gelê Kurd di dîroka xwe de ti carî dijminatiya gelan nekiriye û wê neke jî. Her wekî din mirov dikare bêje; di pêvajoyên wisa girîng de hêst û ramanên neteweyî yên gelê Kurd jî her gav derdikeve holê. Îro jî di nav civakê de daxwaziya yekitiya Kurdan ji her gavê zêdetir derketiye pêş.

‘NIJADPERESTIYA TIRK DIPARÊZ IN Û HDP’Ê DERVEYÎ TIFAQA DIHÊLIN’

Careke din hilbijartinên ku vîna Kurdan nahesibîne ketiye rojeva Tirkiyeyê. Ev hilbijartina pêşwext jî di siyaseta nijadperest a Tirkiyeyê de bi bloqên ku hatine çêkirin de xwe dide der. Îro rûyê siyaseta Kurd a ku di siyaseta parlametoyê de xuya dike HDP ye. Lê mixabin hemû partiyên li parlamentoyê û derveyê wê siyaseteke xurt a HDP’ê naxwazin. Helwesta wan li gorî wan helwesteke wan a neteweyî ye. Her du bloqên ku hatine çêkirin jî dixwazin qaşo li hemberî sîstema nû ya ku têxwestin derkevin. Lê gava ku li naverokên nêrîn û axftinên wan dinêrin, nijadperstiya Tirk diparêzin û her du bloq jî HDP’ê derveyê tifaqan dihêlin. Ku di vê çarçoveyê de mirov lê binêre, helwesta ku siyaseta Kurd nîşan bide jî êdî divê li ser esasê Yekitiya Kurdan be. Ev nayê wateya ku Kurd jî nijadperestiyê bikin. Kurd tenê daxwaziya maf û azdiyên xwe û yên der û dorên ku mafên wan hatine binpêkirin dikin.

‘LI HEMBER VAN TIFAQAN DIVÊ TIFAQA KURDAN JÎ HEBE’

 Bi rastî daxuyanî û nêrînên ji partiyên siyasî yên Kurd tên jî cihê şanaziyê ye ku gavên erênî yên ji bo yekitiyê ne. Ev jî daxwaziya bi salan a gelê Kurd e. Dibe ku di pêvajoya hilbijartinan de ev yek zêdetir derketibe pêş, lê em dizanin ku daxwaziya hemû partî û rêxistinên Kurdan ev bû. Helwesta ku di van rojan de tê nîşandan, ji aliyê civakê ve dibe sedemeke xurt a Yekitiya Neteweyî. Em di wê nêrînê de ne û hêvî dikin ku hemû aliyên Kurdan bi van hêst û ramanan tevbigerin, tifaqa xwe xurt bikin û bi piştgirîdayîna hev Yekitiya Netewî mayînde bikin. Li hember van tifaqên bê Kurdan, divê tifaqa Kurdan jî hebe.”