Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan hate binçavkirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan li Edeneyê hate binçavkirin.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, li maleke li Edeneyê ku mêvandarî lê bû, danê sibehê ji aliyê polîsên Tirk ve hate binçavkirin. Li gorî agahiyan, Arslan bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê hatiye binçavkirin û ji ber biryara 'nepenîtiyê' ya li ser dosyayê, têkildarî sedema binçavkirina wî ti agahî nehate dayin.

Polîsên Tirk her wiha mala ku Arslan bi mêvandarî lê bû, ser û bin kir.

Arslan duh tevlî civîna gel bû bû, ku rêxistina HDP'ê ya Edeneyê bi dirûşma "Em nesekinin, bidin sekinandin" lidar xistibû.