Hevseroka FEDA: Divê hemû can biçin ser sindoqan

Hevseroka FEDA'yê Bemal Ozdemîr bang li Elewiyan kir ku biçin ser sindoqan û got, "Ji 25'ê Cotmehê re demeke kurt maye. Girîng e hemû can, ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bidin HDP'ê."

Hevseroka FEDA'yê Bemal Ozdemîr bang li Elewiyan kir ku biçin ser sindoqan û got, "Ji 25'ê Cotmehê re demeke kurt maye. Girîng e hemû can, ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bidin HDP'ê."

Ji bo bidawîbûna dengdayîna li Ewropayê, bi tenê 3 roj man. Pêkhateyên HDP'ê yên li Ewropayê, seferber bûne. Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Bemal Ozdemîr diyar kir ku ew hêvîdar e rojiya Elewiyên rojiya Yas-i Mûharrem digirin qebûl bibe û rojiya Mûharrem a Elewiyan pîroz kir. Ozdemîr da xuyakirin ku divê hemû Elewiyên li Ewropayê dengê xwe bidin HDP'ê û got, "Di serî de Elewî, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de xwedî li HDP'ê derkevin. Em dizanin ku di 7'ê Hezîranê de vîna Elewiyan ji sindoqê derket. Em di wê baweriyê de ne ku Elewî wê di vê hilbijatrinê de jî biçin ser sindoqan û xwedî li HDP'ê derkevin."

'DI SINDOQÊ DE EM TOLÊ JI AKP'Ê HILÎNIN'

Bemal Ozdemîr diyar kir ku divê Elewî ji bo pirsîna hesabên komkujiyan, li dora HDP'ê bicivin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dema li Dêrsim, Mereş, Sêwas û Çorûmê were temaşekirin, ne bawerim ku Elewî biryareke şaş bidin. Yên herî zêde divê xwedî li HDP'ê derkevin Elewî ne. Ji ber vê yekê, divê em hemû heval, dost û malbata xwe bixin nava tevgerê û çend rojên dawî baş binirxînin. Girîng e Elewiyên li Ewropayê dijîn li xizm û malbatên xwe yên li Tirkiyeyê bigerin û ji wan bixwazin ku xwedî li HDP'ê derkevin. Berî ku komkujiyên berê were ji bîrkirin em bi komkujiya Enqereyê re rû bi rû man. Ez bawerim em ê di sindoqê de tola vê hilînin. Ez bawerim hemû Elewî û mirovên dilê xwe şewitiye, wê di sindoqê de hesap ji AKP û Erdogan bipirsin. Weke Hevseroka FEDA'yê ez bang li hemû mirovan dikim ku xwedî li HDP'ê derkevin."