Hevseroka berê ya HDP'ê ya Artemêtanê Hurriyet Kizil hate girtin
Hevseroka berê ya HDP'ê ya Navçeya Artemêtanê, piştî ku cezayê ji ber protestkirina komkujiya Pirsûsê hate pejirandin, hate girtin.
Hevseroka berê ya HDP'ê ya Navçeya Artemêtanê, piştî ku cezayê ji ber protestkirina komkujiya Pirsûsê hate pejirandin, hate girtin.
Hevseroka berê ya Navçeya Artemêtanê ya HDP'ê (Partiya Demokratîk a Gelan), berê sibehê li Balikesîrê li malê hate destgîrkirin û girtin.
Kizil ji ber ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê bûbû û 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî ku cezayê wê hate pejirandin Kizil hate girtin.