Hevdîtina Yuksekdag û Tsîpras bi dawî bû
Hevdîtîna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Tsîpras bi dawî bû.
Hevdîtîna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Tsîpras bi dawî bû.
Hevdîtîna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Tsîpras bi dawî bû. Yuksekdag a piştî hevdîtinê daxuyaniyek da, diyar kir ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibin û pêvajoya muzakereyê ji nû ve destpê bike nêrînên xwe parve kirine.
Hevdîtîna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Tsîpras bi dawî bû. Di hevdîtina nêzî saetê de demokratîkbûna Tirkiyeyê, endamtiya Tirkiyeyê ya YE, pirsgirêka Sûriyeyê û penaber, têkiliyên HDP û Syrîza hatin rojevê. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, di hevdîtinan de Tsîpras diyar kiriye ku hikûmetên berê yên Yewnan di encama ferzkirinên Tirkiyeyê de bi perspektîfeke “Ewkariyê” li pirsgirêka Kurd meyze dikirin û gotiye, "Lê em wek pirsgirêkeke daxwaz û mafên demokratîk li pirsgirêka Kurd dinêrin. Têkoşînê di vê çarçoveyê de digirin dest” û bal kişandiye ser guhertina di polîtîkaya xwe de.
Piştî hevdîtina di atmosfera germ de derbas bû Tsîpras, heyeta HDP’ê heta deriyê salona hevdîtinê derbas kir.
Piştî hevdîtinê têkildarî naveroka hevdîtinê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku Tsîpras ji bo aştiya herêmê pêk were daxwaz û hewldanên xwe aniye ziman û di vê mijarê de gotiye ku piştgiriya hewldanên HDP’ê dike.
Yuksekdag destnîşan kir ku di nav 2 partiyan de biryara hevkarî û têkiliyan bi awayekî sîstematîk bê meşandin girtine dest. Yuksekdag, pirsa der barê axaftina Tsîpras a ji bo HDP’ê, “Em têkoşîna we bi heyranî dişopînin” wiha bersivand:
“Esasê vê ev bû. Li Tirkiyeyê têkoşînek demokrasiyê ya pir zor dimeşe heye. Di van şertên zor de anî ziman ku ev hewldanên berxwedanê û di xetê de israra me, ew jê îlham digirin û nêzîkatiyek e ku heyraniyê hîs dikin. Em ne bi fikarên ku di hinekan de heyraniyan ava bikin tevdigerin, bi fikara azadiya mirovan têkoşînê dimeşînin. Ev îfadeyek nezaketa siyasî bû, di heman demê de ji têkoşîna gelên Tirkiyeyê didin jî heyrantiyeke tê hîskirin bû. Di serî de ji bo têkoşîna gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ev gotin bikar anî.”